Jinên Amedê: Emê desturê nadin axa me bi xwînê avbidin

09:20

JINHA

AMED - Jinên Amedê balkişandin ser hewlên dewletê yên qirkirinên li Cizîrê bi tank, top, leşker û polîsan ketina nava kolanan û wiha gotin: "Emê desturê nedin axa me bi xwînê bê avdan. Bê xwestin emê jin bi lingê xwes biçin Cizîrê."

Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê AKP'ê li hemû Kurdistanê konsepta şer da despêkirin. Lîsteya qirkirinan ji Pirsus, Silopî, Gimgim, Sur, Lîce, Gever, Farqîn û herî dawî jî li Cizîrê berdewam dike. Du rojin dewlet bi tank, top, leşker û polîsan êrîşî nava kolanan dikin. Jinên Amedê dan zanîn ku dê ticarî Cizîrê bi tenê nehêlin.

'Em hîn zêdetir bihêz û rêxistinkirîne'

Hatice Bozkurt destnîşan kir ku li Kurdistanê qirkirinên mezin tên kirin û wiha domand: "Medya jî alîgirê wane û şerê tê jiyan kirin yek alî dide. Her çendî ku medya rolê 3 meyîmunan bilîzin jî em gel di farqêdenin. Em her tiştî dibînin. Emê ji daxwazên xwe yên aştiyê gav paşde nedin. Vî welatî têra xwe şer dît, têra xwe windahiyên can da, êdî dema aştî jiyan kirinê ye. Em di sed sala 21'an denin, lê mixabin hîna sepandinên weke qedexeya derketina kolanan hene. Tu çawan herîkîna jiyana gelekê asteng dikê? Ma tu dê biriyarê bidê emê derkevin kolanan yan na? Ma heya kengê hunê gel mexdur bikin? Ji bîr nekin ku ev gel gelê berê nîne. Em êdî hîn zêdetir bihê û bi hişmendiyîn."

'Emê ji bo aştiyek hîn bedewtir li ber xwe bidin'

Asli Demir jî bilêv kir ku dê gel li hember van qirkirinan bêdeng nemînin û wiha berdewam kir: "Emê weke jin desturê nedin şer. Emê desturê nedin mirina, zarok, ciwan û jinan. Em desturê nedin ev ax bi xwînê bê avdan. Dê aştî ji jin, ciwan û zarokan despêbike. Li cîhanek a ku ew tên qetilkirin kes nikare qala aştiyê bike. Ji bo wê jî emê derkevin pêşiya vî şerî. Ji bo aştiyek hîn bedewtir emê bibin mertalên zindî û tekoşînê bidin. Bê xwestin emê jin bi lingên tazî heya Cizîrê biçin."

'Emê bi zarokên xwe re aştiyê avabikin'

Hanife Akpolat jî anî ziman ku yê fermana şer dayî Erdogane û wiha dom kir: "Yê zarokê xwe dişîne xwendinê çima zarokên hinekdinê dişîne şer. Bi qasî zarokên xwe difikire divê zarokên vî gelî jî bifikire, heger wiha kiribana, dibe ku me ne li dijî wî îro li gel wî cîh girtibana. Yê ku bi kêrî serokomariya gel nayê emê çawan ser serê xwe bikin serok. Hemû gotinên ji devê wî derdikevin fermanên şerin. Heya niha tenê gotinek a aştiyê ji devê wî derneketiye. Tenê zaroke min jî yê ku ez fedayî şerê wî bikim nîne. Bila biçe bi xwe şerê xwe bike. Emê bi zarokên xwe re aştiyê bînin vî welatî."

'Em gel ji zimanê hev têdigihin'

Emine Altan jî derbirî ku dewlemendên şer nemirine carekdin şer dane despêkirin û wiha pêde çu: "Emê hîna li peyî çend zarokên xwe bigirîn? Em natirsin û na revin, emê li ber xwe bidin. Emê ji bo zarokên xwe, ciwanên xwe û gelê xwe li ber xwe bidin. Emê ne malên xwe û ne jî gelê xwe ne terikînin. Em êdî dixwazin ne şer encamên aştiyê bibînin. Em ne dewlet, ne serokê wê, ne serokomar, ne jî hevkarên wan naxwazin. Bila ew destê xwe ji ser me rakin em gel ji zimanê hev têdigihin. Yên navbera me têk dibin ewin."

(zt)