Leyla İmret: Heya desturê nadin abolans biçin cenazeyan bigirin

10:10

JINHA

AMED - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret rewşa dawiya Cizîrê nixand û got: "Ji duh êvarî ve şerek gelek giran heye, kesek dinê jî jiyan xwe jidest da. Li gel me bang jî dikin abolans nayên cenazan nagirin. Divê ev êrîş zu bên rawestandin. Ji ber êdî mirov nikarin pêdiviyên xwe bînin cîh û bi qirkirinê re ru bi ru ne."

Li Cizîrê Waliyê Şirnexê qedexeya derketina kolanan îlan kir û piştî wê şer despêkir. Despêkê polîsan navçe girtin bin dorpêçê paşê jî şer despêkir û heya serê sibê berdewam kir. Li bajarê qirkirin lê tê jiyîn berê 4 kesan li wê jiyana xwe jidest dabûn. Di şerê duh êvarî de ciwanekê jiyana xwe jidest da. Taxên Nur, Cudî û Yasef tên gulebarankirin û polîs hewil didin bikevin taxan.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret rewşa dawî nirxand. Leyla da zanîn ku li bajêr qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin, polîsan bajar girtiye bin dorpêçê, şer giran berdewam dike û gelê Cizîrê bi qirkirinê re ru bi ru ye û wiha domand: "Ji duh êvarê de şer girane, kesekê jiyana xwe jidest da. Li gel banga me jî ambolansan naşînin rakirina cenazeyan. Divê ev êrîş zu bên rawestandin. Ji ber êdî mirov nikarin pêdiviyên xwe bînin cîh û bi qir kirinê re ru bi rune."

'Gelek bomba avêtin çekên giran bikar tînin'

Leyla destnîşan kir ku ji şeva dinê heya niha dengê çekan qet ne sekiniye û wiha berdewam kir: "Dengê çekan qet kêmnebû. Em nikarin xwe bigihînin kesê. Telefon naxebitin, înternet nîne. Em nikarin agahiyek giştî bigirin. Tenê xebarê me hinek ji taxa Nur heye, weke dinê em jî ji şerê berdewam dibin nikarin agahiyan bigirin." Leyla bilêv kir ku çekên giran dixebitînin û heya bombayên destan jî diavêjin û wiha dom kir: "Gelek bomba avêtin çekên giran bikar tînin. Li vêderê sekvan gel gulebaran dikin. Duh du zarokên biçuk jki lingên xwe birîndar bûn bi tu awayî abolans nehatin. Li vêderê piraniya mirovan ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest didin. Welatî dinava metirsiyê denin. Divê zu ev rewş bê guhertin."

'Ewê nikarin carekdinê qirkirinê bi gelê Cizîrê bidin jiyankirin'

Leyla anî ziman ku duh bi şev heyeta ku di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî karîn têkevin navçeyê lê hîna wan nekariye xwe bigihînin heyetê û wiha pêde çu: "Em hewildidin xwe bigihînin parlementeran. Em nikarin xwe bigihîninê, ez di nava taxê deme, ew nikarin têkevin nava taxê. Bi zorê ketine nava bajêr. Şaredarî li bendêye. Em nikarin têkevin nava têkiliyan. Em carnan hewil didin li ser telefonan xwe bigihînin wan."

Leyla bilêv kir ku divê demek ji ya dinê zu tir şer bê rawestandin û wiha berdewam kir: "Ev zilim divê bi dawî bibe, hîna gel carekdinê qirkirin jiyan nekirî. Ji bo rakirina wê heyeta hatî Cizîrê jî dikeve zorê xwe na gihîne agahiyan. Bila demek ji ya dinê zutir hêzên dewletê xwe paş de bidin. Bila raya girştî li hember tiştên li Cizîrê tên jiyankirin bêdeng nemînin."

(zt)