Li Cizrê polîs hewildidin bi tankan bikevin nava taxan
11:15
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê êrîşên polîsan û li hemberî wê berxwedana gel berdewam dike. Tevahiya şevê şer berdewam kir, hîna ji gelek taxan agahî nayên girtin. Li bajarê du rojin telefon û înternet hatî birîn elektirîk jî hatiye birîn. Serê sibê dema ku tankan xwestin têkevin Taxa Nur paşde hatin xistin. Sekvanên ku rojnameger jî gulebaran kirin, li bajêr gelek kes birîndar kirin û birîndar rakirina nexweşxanê asteng dikin. Di derbarê windahiya can heye yan na da agahî nîne.
Şeva berê Waliyê Şirnexê li Cizîrê derketina kolanan qedexe kir, despêkê polîsan bajar girtin çemerê û paşê şer berdewam kir heya serê sibê. Li bajêr heya serê sibê welatiyan çalakiya deng derxistinê kirin. Polîsan taxên Nur, Cudî û Yafes gulebaran kirin û xwestin têkevin hindir. Ciwan bi parastina cewherî ketina polîsan û tîmên tayîbet a nava taxan asteng dikin. Ji ber bombeyên di avêjin nava taxan carnan agir derdikeve. Li serê trafîqan û cadeyan êrîşên polîsan berdewam dikin.
Banga baldariyê
Li Taxa Yasef çawan êrîşan despêkir elektirîk birîn. Polîsan û tîmên tayîbet cadeyên derdorê bajêr girtine û bajêr gulebaran dikin. Dema ku polîs hewildidin bikevin taxan ciwan bi duruşman li ber xwe didin û bersivê didin. Polîs ji cadeyên Arin Mîrxan û BOTAŞ'ê ve hewildidin bikevin taxa Nur û bi şev fîşekên ronîkirinê di avêtin hindirê taxê. Li serê kolanên Taxa Cudî heya serê sibê polîsan bi wesayîtên zirxî tax gulebaran kirine. Cîh cîh bi bersivdanê şer berdewam dikir.
Welatiyê heya serê sibê li hember polîsan li ber xwe dayî got: "Hêza wan a teknîkê û çekên giran zêdeye, ew hêza xwe dispêrin teknîka xwe em jî hêza xwe dispêrin kevneşopiya xwe ya berxwedanê. Li vêderê gelê Cizîrê li hember zilmê li ber xwe dide çim ji nedîtî ve lêdinêrin." Jinên Cizîrê jî bang li raya giştî kir ku hîna zarokên wan nehatîn qetilkirin bikevin nava tevgerê û tiştekê bikin.
2 kesan bi qirîza dil jiyana xwe jidest dan
Li aliyê dinê ji ber şerê heya serê sibê berdewam kirî 2 welatiyên bitemen bi qirîza dil jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên Cizîrê cenazê Haci Ata Borçin ê 70 salî û Xetban Bulbul ê 65 salî ku bi qirîza dil jiyana xwe jidest dan rakirin Morga Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.
Polîs bi tankan hewildidin têkevin nava taxan
Heya serê sibê polîsan bi tankan hewildan têkevin Taxa Nuh. Ketina polîsan û tîmên tayîbet a nava taxê ji aliyê welatiyan ve hat asteng kirin. Di dema ketina polîsan nava taxê de li ser Cadeya Dortyolê teqînek mezin derket û jinan li nava taxê bi tilîliyan polîs paşde şikandin. Li taxên Nuh û Cudî gel li nava kolanan êrîşên polîsan bi duruşman dibesivînin. Wesayîtên zirxî ketina dewrê.
Heyeta ku di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî nahêlin têkevin nava bajêr Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hîna ji ketina bajêr re 5 kilometre maye nahêlin ew têkevin nava taxê û ew ji tiştên di nava Cizîrê diqewimin bê agahîne.
Dema ku polîs derbas dibûn teqîn derket
Dema ku wesayîta zirxiya polîsan ser Cadeya Dortyolê re derbas dibû teqînek mezin ruda.
Ji parlementeran banga hestiyariyê
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku artêşa tirkan li Taxa Nur çekên giran bikartînin. Ferhat destnîşan kir ku ji dema şer despêkiriye heya niha welatiyên Taxa Cudî ber bi taxa Nur ve diherikin û got: "Niha ti agahî ji taxa Nur nayê girtin. Şer gelek girane. Çekên giran bikartînin." Ferhat ji bo Cizîrê banga hestiyariyê li raya giştî kir. Ferhat anî ziman ku duh bi şev zarokê 3 salî birîndar bûye lê hîna ranekirine nexweşxanê, li Taxa Nur rast rast mal tên gulebaran kirin.
(zt)