Li Sur ê hêzên tayîbet gel gulebaran kir nûçegihana JINHA yê birîndar bû
11:21
JINHA
AMED - Li Taxa Hasariliya Surê ku dibin dorpêça polîsan de şer berdewam dike dema ku nûçegihana me Şehrîban Aslan nûçe dişopand birîndarbû.
Li navçeya Sura Amedê dibin dorpêça tîmên tayîbet û polîsan de şer girane. Serê sibê dema ku nûçegihanên JINHA û DÎHA yê ji bo şopandina nûçeyan çun herêmê polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxeleyî wan kir. Dema ku ji ser cadeya Mêrdînê ve parlementerên xwestin bikevin navçeya Surê li gel wan nûçegihanan xwestin nûçe bişopînin rastî gulebarana polîsan hatin.
Li Taxa Hasarliyê polîs raste rast welatiyan gulebaran dikin. Di gulebarana polîsan de nûçegihana JINHA yê Şehrîban Aslan birîndar bû. Şehrîban a ku li gorî şans xefîf birînar bû ji aliyê hempîşeyên xwe ve hat dermandkirin. Li heman taxê di gulebaranê de ciwanê navê wî nehat zanîn ji milê xwe birîndar bû.
Li aliyê dinê dema ku êrîşên polîsan hatin paşdexistin ji aliyê Walîtiya Amedê ve îlana "derneketina kolanan" hat dayîn. Îlana qedexeya ji aliyê Walîtiyê ve hatî weşandin wihaye: "Li navçeya Surê ya navenda me bi armanca parastina mal û canê welatiyan; Kanuna Îdara Navendê bi hijmara 5442 ya madeya 11/C li herêma Surê ya navenda me li taxên (Abdaldede, Alipaşa, Cami Kebir, Cami Nebi, Cevatpaşa, Dabanoglu, Fetihpaşa, Hasirli, Îskenderpaşa, Melikahmet, Ziya Gokalp, Lalebey, Suleyman Nazif, Savaş Cemal Yilmaz) heya roja yekşemê 06.09.2015'an saet 09.30'an ku fermana duyemîn neyê divê kes dernekeve kolanan."
Li Surê dengê teqînên mezin berdewam tên.
(zt)