Kedkarên tenduristiyê dikevin qada qirkirinê Surê

11:47

JINHA

AMED - Li navçeya Sûrê ku derketina kolanan hate qedexekirin, tendurisvanan dest bi meşê kirin. Kedkarên tenduristiyê bernameya xwe ya Farqînê betal kirin û bi pankarta "Bijîşk aştiyê dixwazin" ve ber bi taxên Sûrê yên di bin êrîşê de ne ve dest bi meşê kirin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Navçeya Sûrê ya Amedê ku êrîşên polîsan didome û derketina kolanan hate qedexekerin ji bo êrîşan rawestînin kedkarên tenduristiyê dest bi meşê kirin. Kedkarên temduristiyê ku di nav de endamên Konseya Navendî ya TBB'ê yên ji Stenbol, Enqere û Edeneyê hatine jî hene dê ji bo lêkolînan biçûyana navçeya Farqînê. Lê ji ber ku êrîşên polîsan li navçeya Sûrê zêde bûn, bernameya xwe ya Farqînê betal kirin û li ber otela Azîzoglu hatin cem hev û ber bi Qada Şêx Saîd ve meşiyan.

Tenduriztvanan pankarta "Bijîşk aştiyê dixwazin" hilgirtin û di meşê de dirûşmên "Em dixwazin bijîn î bidin jiyandin" "Bijîşk aştiyê dixwazin" "Ji şer re na, aştî niha" berz kirin. Kedkarên tenduristiyê li qadê çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre jî xwestin ber bi taxên Sûrê yên êrîş zêde ne ve bimeşin lê rastî astengiya polîsan hatin. Sekna kedkarên tenduristiyê didome.

(zt)