Nursel Aydogan: Dema wiha biçe dê encamên giran ji Cizîrê derkevin
12:20
JINHA
ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan diyar kir ku taxên cizîrê dibin dorpêçêdenin lê li gel wê berxwedana gel jî berdewam dike û wiha got: "Banga me ji bo Walî û Qeymeqamê Cizîrê heye, bila hema îlana xwe ya qedexa kolanan û êrîşên xwe bidin rawestandin. Dema ku berdewam bikin dê encamên giran derkevin. Dema ku ev mirin û qirkirin berdewam bikin dê bê rewşek êdî emê nikarin li ruyê hev binêrin. Ev rewşek nayê pejirandine."
Li Cizîrê şer berdewame ketin û derketina bajêr tê asteng kirin. Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan rewşa dawî li Cizîrê nirxand. Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî hevdîtinên ku kirine nirxand. Nursel da zanîn ku qedexeya derketina kolanan heye, lê gel kolanên xwe na terikînin, berxwedana gel li hemû kolanan berdewam dike û wiha domand: "Em li navedê ne. Dengê çekên giran û teqînên mezin tên. Niha li Cizîrê tabloyek erjeng a nayê hêvîkirin heye. Niha ji sedî 90'ê bajêr elektirîka wê birîne. Ev şerê giran ji şeva dinê heya serê sibê berdewam kir."
'Mirî û birîndar hene'
Nursel bilêv kir ku duh bi şev ciwanekê jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: "Mirî û birîndar hene. 2 mirovên bi temen ji ber şerê giran û dengê teqînên mezin bi qeyîrana dil jiyana xwe jidest dan. Ji bo ciwanê jiyana xwe jidest dayî welatiyên taxê gazî abolansê dikin, lê abolans nayê hîna li nava kolanê li benda abolansê sekinîne. Hîna dengê çekan tê. Em li cihek nêzî taxa ku şer lê berdewame. Hîna şer berdewame. 2 mirî û birîndar hene, ji aliyê hêzên tayîbet jî agahiya miriyan tê. Lê di derbarê mirî û birîndaran de agahiyên rast negihane me."
'Rê girtîne desturê nadin çun û hatinê'
Nursel bilêv kir ku ew 4 parlementer ji bo ketina Cizîrê çune lê ji ber qedexeya derketina kolanan tên rawestandin û wiha dom kir: "Desturê nadin hevalên me dakevin taxan. Li ser rêya Îpekyoluyê ji ber rê birîne rê girtîne. Bi hezaran wesayît li benda derbasbûnê ne. Rêya Xabûr û Silopî jî girtine. Mafê yên dixwazin siyahetê bikin û ber bi Xabûr ve têkevin rê jî ji destê wan digirin."
'Polîs hewildidin berxwedana gel bişikênin'
Nursel derbirî ku divê hema qedexeya derketina kolanan û operasonên xwe rawestînin û wiha pêde çu: "Rewşek ya ku van kirinan berdewam bikin nîne. Tax girtine bin dorpêçê polîs dixwazin vîna gel a berxwedanê bişikînin. Banga me ji bo Walî û Qeymeqamê Cizîrê heye bila îlana xwe ya qedexeya kolanan û operasonên xwe rawestînin. Dema ku berdewam bike dê encamên giran derkevin. Divê rewşên ku em nikarin li ruyê hev binêrin dernekevin holê kemek be jî aramiyek derkeve. Dema ku ev mirin û qirkirin berdewam bike dê bê rewşa emê nikarin li ruyê hev binêrin."
'Çî debe bila bibe emê têkevin Cizîrê'
Parlementerên HDP'ê Leyla Guven, Mehmet Ali Aslan, Ziya Çalişkan û Ayşe Acar Başaran ji bo têketina Cizîrê ketine rê, lê du rojin destur nayê dayîna ketina bajêr. Ayşe diyar kir ku li cihê qotrolê hatine rawestandin û wiha got: "Di xala despêkê ya qontrolê de 300 metreyan bi zorê me karî derbas bibin. Desturê nadin derbasbûna me. Emê jî çalakiya runiştinê bikin. Çîdebe bila bibe, dixwazin çî bikin bila bikin emê têkevin Cizîrê û li nik gelê xwe cîh bigirin. Me xwest em bi Walî û Qeyîmeqam re hevdîtinê bikin, lê desturê nadin çuna me. Me karî em 200 metran hîn zêdetir ber bajêr biçin, lê ji wê zêde em nikarin biçin. Çî dibe bila bibe emê qet venegerin û têkevin Cizîrê."
'Ger Walî me nasnake emê jî van biriyarên wî nas nekin'
Ayşe bilêv kir ku wan xwestiye bi Walî re hevdîtinê bikin lê destur nehatiye dayîn û wiha berdewam kir: "Ger Walî bi me re hevdîtinê bike û me binase emê jî hewilbidin wî binasin, bi çî awayî dibe emê têkevin Cizîrê. Peyîwirdarê Waliyê ku bi mere bê wê û me biparêze jî desturê nade em biçin. Heya em nekevin Cizîrê emê venegerin. Li Cizîrê mirî û birîndar hene, dixwazin agahiyên me ji Cizîrê qutbikin. Her çendî Walî me nanase bersiva telefonên me nade û desturê nade em têkevin Cizîrê, em jî van biriyarên wan nasnakin û çîdibe bila bibe emê bikevin Cizîrê û li gel gelê xwe cîh bigirin."
(zt)