Jin: Ji ber ne Gazze Cizîr û Sur e ji bo wê dengê xwe nakin?

13:02

JINHA

AMED - Li Cizîr û Sura dibin çemberê de şer li giran berdewam dike parlementerên HDP'ê û parêzvanên mafê mirovan banga hestiyariyê kirin. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya got: "Du rojin dewlet welatiyan gulebaran dike. Dema ku ev rewş li Gazzeyê ba dê bertek hîn zêdetir ba. Her kesên ji xwe re mirov dibêjin divê li hember van qirkirinan dengê xwe derxînin."

Li Cizîrê di roja 3 yan de bi qedexeya derketina kolanan re şer berdewam dike. Li Surê dur rojin rageşî berdewam dike di saet 04.00'an de polîsan tax girtine bin dorpêçê. Li her du navçeyên şer lê giran bûyî parlementerên HDP'ê û parêzvanên mafê mirovan banga hestiyariyê kirin.

Eren Keskin: Duh Zîlan, Dêrsim îro Cizîr û Amed

Girêdayî qirkirinên li Kurdistanê berdewam dikin Parêzer Eren Keskin wiha nirxandin kir: "Buyerên niha li Kurdistanê tên jiyîn nêzîkatiyên ji demê avabûna Komara Tirkiyê heya niha nehatî guhertin nîşan dide." Eren destnîşan kir ku qirkirinên berî salan li Agirî, Zîlan û Dêrsimê hatîn jiyîn îro li Colemêrg, Cizîr û Amedê berdewam dikin, ti ferqa wan ji hev nîne. Erek bilêv kir ku polîtîkaya dewletê ya qirkirina kurdan berdewam dike û wiha domand: "Di hilbijartinê de ji ber HDP'ê 13 girt, ew birîndarbûn ji bo wê qirkirinan dikin. Dê birîndar bibe û tine bibe ew hişmendî." Eren balkişand ser qedexeya derketina kolanan û wiha berdewam kir: "Qedexeya derketina kolanan sepandinek a rêveberiya leşkeriye. Li Tirkiyê hevpeyîmana sepandina qedexeya derketina kolanan ser gelê sivî û demokratîk heye."

Beyza Ustun: Divê hemû kesîmên baldar bêjin bes

Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Beya Ustun jî diyar kir ku weke qirkirinên gelan ser xwezayê jî qirkirinê dikin û wiha got: "Canê me gelek diêşe. Ji bo kirinên tên jiyandin ne tenê em divê hemû kesîmên baldar êdî bêjin bese. Ji faşîzim û kaputalîzmê re bêjin bese. Ji bo aştiyê divê em hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin. Emê weke partî di 11'ê Îlonê de li Cizîrê civînek vekirî ji gel re bikin. Ji ber rewşa awarte dibe ku em dîroka wê hîn zêdetir bînin pêş."

Huda Kaya: Ger li Gazzeyê ba dê bertek hîn zêdetir ba

Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku ji bo ji qirkirinan re bêjin bese pêdibî pênîne kurd an jî HDP yî bin û wiha berdewam kir: "Bi rojane gel dibin gulebaranê dene. 2 rojin dewlet gelê xwe bombabaran dike. Ger ev rewş li Gazzeyê ba dê bertek hîn zêdetirba. Her kesên ji xwe re mirov dibêjin divê li hember van qirkirinan deng derxînin."

Sebahat Tuncel: Bêdeng mayîn erêkirina qirkirinê ye

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel balkşand ser demdirêj berdewam kirina şer û got: "Li hember gel bi fermana hikumetê qirkirin heye. Li hember van qirkirinan divê her kes dengê xwe bilind bikin. Li hember qirekirinan deng derxistin peyîwira mirovbûnê ye. Bêdeng mayîn erêkirina qirkirinê ye. Divê tekoşîn bê bilind kirin. Gelê ku dengê xwe dane HDP'ê rêveberiya cewherî bingeh digirin. Dê gel xwe bi xwe rêve bibin. Em bang li hemû gelan dikin ku li gel gelê kurd cîh bigirin. Tenê ne li gel wan cîh bigirin ew jî rêveberiya xwe ya cewherî îlan bikin."

(zt)