Parlementerên dixwazên têkevin Cizîrê bi qundaxên çekan tên asteng kirin
13:51
JINHA
ŞIRNEX - Parlamenterên HDP'ê yên ku diçin navçeya Cizîrê ya qedexeya derketina kolanan heye rastî astengiya polîs û leşkeran hat. Polîsên ku bi qontaxên çekan li singê heyetê dan û parlamenteran jî ji ber vî helwesta polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Mehmet Alî Aslan, Ayşe Acar Başaran û Leyla Guven ên xwestin biçin navçeya Cizîra Şirnexê ku qedexeye derketina kolanan didome li noqteya lêgerînê ya Qereqola Polîsan a Duzovayê ji aliyê tîmên taybet, polîs û leşkeran ve hatin astengikirin, li serv ê yekê HDP'iyan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Heyetê çalakiya rûniştinê bi dawî kir û vê carê xwest ji riya Hezexê derbasî Cizîrê bibin. li herêma trafoyê heyet ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin û destûr nedan ku derbasî navçeyê bibin.
Bi qontaxên çekan êrîşî parlementeran kirin
Parlamenterên di heyetê de diyar kirin ku li Walîtiya Şirnexê geriyane lê bersivek negirtine. Heyeta ku ji bo derbasbûna Cizîrê bi israr e ji riya bejahiyê hewl dide derbasî navçeyê bibin û li vir jî rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi qontaxên çekan êrîşî parlamenteran kirin û li singa wan xistin, li ser vê yekê heyetê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
(zt)