Li gel êrîşên polîsan jî gel kolanên Surê naterikînin

13:52

JINHA

AMED - Li Surê li gel êrîşên polîsan jî gel kolanan na terikînin. Welatiyan bi çalakiya dengerdistinê êrîş şermezar kirin û dema ku xwestin bimeşin jî ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin.

Li navçeya Sura Amedê êrîşên polîsan berdewamin. Li taxê rase rast malan gulebaran dikin. Di dema gulebaranê de welatî jî parastina xwe ya cewherî dikin, di dema xweparastina welatiyan de wesayîtek zirxiya polîsan hat tinekirin. Li taxên Hasirli û Hançepekê şer girane. Polîs hewildidin bikevin taxan lê gel li hember êrîşên wan li ber xwe didin. Li Taxa Hasarliyê sekvan li ser banan hatine bicîhkirin û welatiyan gulebaran dikin. Di encama êrîşan de camên malan hemû hatine şikandin û dîwarên wan hatine xwarê.

Li navçeya Surê ya ku elektirîka wê hatî birîn li hember êrîşên polîsan çavên zarokên li benda qedandina şerin derdikevin berçavan. Li Taxa Surê ya ku şer lê girane li hewa helîkopter ser digere. Di nava şer de dengê teqînan bilind dibe. Taxa Hançepek jî li hember êrîşên polîsan kom bûne. Welatî bi biriyarin ku dê kolanên xwe ne terikînin. Welatiyên ku ji bo meşê kombûne ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin.

Welatiyên ku kolanên xwe na terikînin bi çalakiya dengderxistinê êrîşên polîsan şermezar dikin.

(zt)