Li Bismilê jî terora dewletê berdewam dike
14:23
JINHA
AMED - Li navçeya Bismilê polîsan bi guleyên rasteqîn êrîşî ciwanên li hemberî hewldanên komkujî û êrîşên li ser gel tên meşandin derketibÛn kolanan kirin. Bi derketina rojê re terora polîsan baş hat dîtin.
Li navçeya Bismilê yê Amedê ciwan ji bo şermezarkirina hewldanên komkujî û êrîşên li ser gelên Cizîr, Gever, Nisêbîn û Dêrsimê tê meşandin derketin kolanan. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rasteqîn êrîşî ciwanên li taxên Rojava û Tekelêkom bûbûn kirin. Ciwanan bersiv dan êrîşên polîsan û heta derengiya şevê pevçûn derket.
Terora polîsan a ku li navçeyê meşand bi derketina rojê derket holê. Ji ber polîs bê ser û ber derdor gulebaran kir gelek gule li malan ketin. Di gulebaranê de kuştî û birîndar çênebûn, zirara madî pêk hat.
(zt)