Ji bo meşa dê li Surê bê kirin DBP û KJA yê banga tevlîbûnê kirin
14:24
JINHA
AMED - Banga DBP û KJA yê ya ji bo beşdariya meşa Surê wihaye; Li hember êrîşên ser Surê berdewam dikin ew banga tevlîbûnê li hemû welatiyên Amedê dikin ku beşdarî meşa dê saet di 17'an de ji ber avahiya Navenda DBP'a Amedê despêbike bibin.
Navenda Rêxistina DBP'a Amedê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku dê li hember êrîşên ser Surê berdewam dikin bimeşin.
Daxuyanî wiha berdewam dike: "Du rojin navçeya Surê dibin dorpêçê dene, serê sibê polîsan di nava taxan de dest bi êrîşan kirine agahî ji nava taxan nayê girtin. Li navçeya me ji serê sibê de Walîtiyê qedexeya derketina kolanan îlan kiriye. Navçeya me dibin qirkirinê dene. Ji bo protestokirina êrîşîn polîsan yên ser navçeya me bi meşdariya rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî emê meşek mezin lidarbixin. Bi beşdariya sazî û têkelên me emê di 06 Îlon 2015'an saet di 17.00'an de ji ber avahiya Navenda DBP'ê heya navçeya Surê bimeşin."
Kongreya Jinen Azad (KJA) jî bi daxuyaniyek nivîskî bang li hemû jinan kirin ku li hemberî şer li ber avahiya DBP'ê bicivin û beşdarî meşê bibin.
(zt)