Parlementerên HDP'ê barîqat şikandin û ketin hindirê Cizîrê
14:59
JINHA
ŞIRNEX - Li gel hemû astengiyên leşker û polîsan jî heyeta HDP'ê li bejihiya re çun gihiştin nava kolanên Cizîrê yên têde qedexeya derketina kolanan heyî.
Li navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Ji bo lêkolînê HDP'ê ya ku di navê de Parlementerên HDP'ê yê Mêrdînê Ali Aslan, Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlementera Rihayê Leyla Guven jî heyî li gel hemû astengiyên polîs û leşkeran jî xwe gihandin nava Cizîrê. Heyeta ku despêkê astengiya polîsan bi çalakiya runiştinê protesto kirin paşê jî li rêyên bejayî re meşiyan û xwe gihandin kolanên Cizîrê. Heyeta HDP'ê ya berê xwe gihandî navçeyê ku di navê de Parlementerên HDP'ê Nursel Aydogan, Sibel Yigitalp, Mahumt Togrul, Aycan Îrmez û Leyla Birlik jî heyî dest bi lêkolînan kirin di nava kolanên Cizîrê de.
(zt)