Li Surê ciwanek giran birîndar bû hemû rê û nexweşxane li welatiyan girtine
15:32
JINHA
AMED - Di êrîşên polîsan ên ser Surê de ciwanê bi navê Abdullah Erdem giran birîndar bû. Cade û nexweşxane li welatiyan girtîne. Li navçeya ku ketin û derketina wê tê aseng kirin berxwedana gel berdewam dike. Li Fiskayeyê rê ji tirafîkê re hatye girtin di nava ciwan û polîsan de şer berdewam dike.
Li Taxa Hasarliya navçeya Surê ya Amedê ku qedexeya derketina kolanan û şer lê berdewam dike ciwanê bi navê Abdullah Erdem ê 25 salî giran birîndar bû. Li taxa ku polî û tîmên tayîbet gulebaran dike Abdullah Erdem ji her du lingên xwe birîndar bû.
Êrîşên polîsan û tîmên tayîbet li navçeya Surê berdewam dike. Li Taxa Fiskaya yan Yenişehîrê jî polîsan û tîmên tayîbet mala welatiyê bi navê Askeri Baydur ya li kolana 233 ye gulebaran kir. Di nava kolanên taxê de şer berdewam dike.
Li Taxa Fatihpaşa jî polîsan Mizgeft hedef girtin û gulebaran kirin. Mizefta bi çekên giran hat gulebarankirin li gorî şans windahiyên can çênebûne, lê dîwarên mizgeftê hemû şopên guleyan liser dixwiyên.
Cadeya Gazi ya li aliyê tarihi han cafesi ya Surê ji aliyê polîsan ve hat valakirin. Bi dehan dikanên ser cadeyê bi zora polîsan hatin girin. Li ser cadeya ku polîs anos dikin esnaf tên tehdîd kirin.
Piştî girtina cadeyê polîs bi wesayîtên zirxî û sivîl dikevin nava taxan û malan gulebaran dikin. Ji aliyê Gazi Cadeyê dengê çekan tê.
Li taxên Hasirli, Lalebey û Fatihpaşayê polîs bi wesayîtên zirxî bi gotinên "Bikevin hindirê malên xwe yan emê we gulebaran bikin" welatiyan tehdîd dikin. Li gel tehdîda polîsan jî welatî nakevin hindirê malên xwe li kolanê çalakiya deng derxistinê dikin.
Li aliyê dinê polîsan Nexweşxana Eyyubiya Dewletê ya li Surê girtine û nahêlin birîndaran bibinn nexweşxanê. Nexweşxana Eyyubiya Dewletê ya ku li Amedê nexweşxana herî mezin polîs desturê nade nexweş û birîndarên gel polîsên birîndar dibin li wê.
Li gelek taxên navçeyên şer û dengê teqînên mezin bilind dibe. Navçeya ku vegerandine girtîgeha servekirî rojnameger jî di navê de kesê nagirin hindirê navçeyê.
Li ser cadeya diçe Zanîngeha Dîcleya Semta Fiskayeya navçeya Yenîşehîrê rê ji trafîkê re girtin şer di navbera ciwanan û polîsên bi gelek wesayîtên zirxî ve ketin navçeyê de berdewam dike. Bi wesayîtên zirxî polîs bi guleyên rastî êrîşî ciwanan dikin. Li gel bersivdana ciwanan şer li navçeyê berdewam dike. Gelek wesayîtên zirxî sewqî navçeya ku lê şer berdewame hatin kirin.
(zt)