'Sucê me demokrasî û azadî xwestine'
18:53
JINHA
AMED - Li hember hewlên qirkirinê li Sur û Cizrê li ber avahiya DBP'ê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek got: "Pirsgirêka me gelan nîne. Pirsgirêka me bi dewleta qatîl re heye. Em çî dixwazin heya bi tang û topan êrîşî bajarên me dikin. Em demokrasît û azadiyê dixwazin. Em naxwazin ji aliyê Enqerê ve bên rêvebirin. Tenê sucê me eve. Divê gelê Amedê ser lingan bin."
Ji bo polîtîkayên şer ên AKP'ê ku li navçeya Sûr a Amedê û Cizîra Botanê gihiştiye asta hewldanên komkujiyê, bi hezaran Amedî li ber avahiya DBP'ê civiyan. Welatiyên ku bi pêşengiya DTK, DBP, HDP û KJA'yê civiyan bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Gelê Cizîrê û Sûrê ne tenê ye" dest bi meşê kirin. Meş, rastî astengiya polîsan hat ku bi dehan wesayitên zirxî avahiya DBP'ê dorpêç kiribûn. Li gel hemû hevdîtinan polîs rê li ber meşê venekir.
Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek axaftinek kir û got dê berxwedana gel êrîşan bişkîne. Şîmşek bang li gel kir û got ewê ji bo hevgirtina bi gelê Sûrê re bimeşin.
'Berpirsyarê şer Erdogan e'
Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî balê kişand ser polîtîkayên şer û got berpirsyarê vî şerî Serokomar Erdogan û hiqûmeta AKP'ê ye. Kamuran axaftina we wiha berdewam kir: "Pirsgirêka me bi gelan re tune ye. Pirsgirêka me bi dewleta kujer û hiqûmeta zordar re ye. Em çi dixwazin ki bi tank û topan bajarên me xirab dikin. Em demokrasiyê, azadiyê dixwazin. Em naxwazin ji Enqereyê werin rêvebirin. Hemû sûcê me ev e."
'Divê gelê Amedê li ser piyan be'
Kamuran destnîşan kir ku gel pergaleke ku xwe rêvebibe daxwaz dike û wiha pê de çû: "Em tiştek şaş naxwazin. Em ji bo hemû Tirkiyeyê dixwazin. Em fedekarî dikin ku hemû gel azad bibin. Emê peykerên wan kesan çêkin ku hun îro wan qetil dikin. Ev şer şerê gel a bi hiqûmetê re ye. Divê gelê Amedê li ser piyan be. Emê wek heyetek biçin Sûrê. Ji bo mirinên nû çênebin emê hewl bidin. Hun jî li malan û sikakan bihistyar bin. Dê azadî û demokrasî biser bikeve."
Piştî ku heyet dest bi meşa ber bi Sûrê kir, polîs bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê gel kir. Li bajêr alozî berdewam dike.
(zt)