Polisan li Meclisên Taxan alîkariya ji bo Kobanê hatî komkirin şewitandin!

19:22

JINHA

AMED - Li Meclisa Taxa Hasırlıyê alîkariya ji bo Kobanê hatî komkirin polîsan şewitandin. Ji ber agirê derket avahiya meclisê hat rewşa neyê karanîn. Destur nayê dayîn heyeta di navê de Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak û parlementerên HDP'ê jî heyî têkevin navçeya Surê.

Êrîşên di saetên serê sibê de li navçeya Surê despêkirî hîna berdewam dike. Di nava taxan de parastina cewherî pêşdikeve. Ji bo lêkolîna navçeyê heyata di navê de Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak û parlementerên HDP'ê Çaglar Demirel, Ziya Pir, Îmam Taşçire û Meral Daniş Beştaş jî heyî ketin nava Taxa Hasirliya navçeya Surê. Heyet di ketina taxê de berdwam dike Walî bi hinceta ferman heye desturê nade heyet têkeve taxê.

(zt)