Polîsan afîşên Sara Kaya û 2 kesên afîş daliqandin girtin binçavan

19:22

JINHA

MÊRDÎN – Polîsan bi hînceta “Pesindana sûc û kesê sûcdar” afîşên ji bo piştgiriya Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya ku hefteya bihûrî hate girtin desteser kir û du xebatkarên Ajansa Reklamê ya Naturelê ku afîşan bi bîlboardan ve dadileqand binçav kir

Hefteya derbasbûyî Hevşaredara Nisêbînê bi îddîaya “Endama rêxistinê ye” hate girtin û ew sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatibû kirin. Bi boneya piştgiriya ji bo girtina Sara Kaya, şaredariya Nisêbînê afîşên bi dirûşmên “Ji vîna gel re azadî” û “Berxwedana me ji bo jiyanek bi rûmet e” da çapkirin. Afîşên ku îro li navenda navçeyê dihatin daliqandin bi hînceta “Pesindana sûc û kesê sûcdar” ji aliyê polîsan ve hatin berhevkirin. Xebatkarên Ajansa Reklamê ya Naturelê yê bi navê Îsa Yuce û xebatkarek navê wî nehat hîn bûn jî hatin biçavkirin. Polîsan afîş û her xebatkara birin Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê.

Têkildarî mijarê Hevaşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok û parêzerê şaredariyê Osman Zuhat Bîlen çûn Midûriyeta Polîsan û agahî sitendin. Polîsan ji Cengîz û Osman re gotiye “Sara Kaya ji bo ku endamê rêxistina terorê ye hatiye girtin û afişên hatine desteserkirin sûcê pesindana sûc û sûcdar kiriye desteser kirin e.”

Osman jî diyar kir ku wî ji polîsan re gotiye ku Sara ji ber tu sucdariyek ji aiyê dadgehê ve lêh atiye kirin ne hatiye girtin û ji ber vî awayî sûcê “Pesindana suc û kesê sucdar” ne mimkûne û got ku afîşên hatine desteserkirin tu hêmanek sûc tuneye û xwestiye afîşan dîsa li wan bizivîrînin.

(bg/zt)