Polîsan ji welatiyê birîndar kirine re gotin 'Hevalê me mir tu jî bimire'

20:11

JINHA

AMED - Li Amedê û Abdulah Erdem ê ji bo destnimêjê çû derve tîmên taybet ew gulebaran kir, diyar kir ku polîsan ew gulebaran kir û wiha got: "Polîsan bi pehîna li min xist. Ji min re gotin 'divê tû bimirî'." Li hemban taxê zarokê 7 salî Efe Gungor jî birîndar bû.

Li navçeya Sûrê ya Amedê, bi îlankirina qedexekirina kolanan re polîsan bi guleyan êrîşê hemwelatiyan kir. Di êrîşa polîsan de welatiyê bi navê Abdullah Erdem (26) ji her dû lingên xwe birîndar bû. Li Taxa Hasirliyê ya Sûrê polîsan bi guleyan êrîşê welatiyan kir. zarokê 7 salî Efe Gungor û Abdulah Erdem ê birîndar bûn rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê. Abdullah ku ji piyên xwe birindar bûn û Efe tedawiya wî ya li nexweşxaneyê berdewam dike.

'Em di mala xwe de zilmê dibînin'

Abdullah, diyar kir ku ew ji bo destnimêjê çû hewşê û dema derket derve rastî êrîşa polîsan hat û wiha got: "Ez ji bo ku destnimêj bikim çûm ber derî. Dema min derî vekir tîmên taybet ez gulebaran kirim. Herdu piyên min birîndar bûn. Demek dirêj polîsan nehişt anbulans bikeve taxê. Polîsan bi pehînan li min xist. Ji min re gotin 'divê tû bimirî'."

Tedawiya Efe Gungor û Abdullah Erdem berdewam dike.

(zt)