Nur Surer: AKP gelên ku deng nedin wan ceza dike
09:11
JINHA
STENBOL - Lîstokvan Nur Surer balkişand ser polîtîkayên şer ên ser kurdan berdewam dikin û wiha got: "Hatiye rewşek wiha ku çî devera deng nedin AKP'ê tên bombakirin. Hem qala aştiyê dikir û hem jî deverên deng nedane wan hemûyan bombabaran dikin."
Li hember polîtîkayên şer gel rêveberiya cewherî û parastina cewherî pêşdixin. Li hemberî gel tayîbetî di 24'ê tîrmehê de êrîş zêdebûne û her diçe berdewam dike, bê cudahiya jin zarok, kal û pîran bi dehan kes qetilkirin. Li gelek deverên weke Cizîr, Silopî, Şemzînan, Gimgim, Lîce, Farqîn û Surê leşker û polîsan gel gulebaran dike. Cihên weke Cizîr, Farqîn, Tatwan, Silopî û Nisêbîn paşê jî li navçeya Sura Amedê ku êrîş û qirkirin lê hatin kirin, bi çekên giran êrîş dikin. Li herêmê qirkirinên sivîlan tên kirin, kirinên ji dema 12'ê Îlonê xiratir tên kirin hunermendan jî bertek nîşanî qirkirinên tên jiyan kirin dan.
'Polîtîkaya gelê li wê cezakirinê'
Lîstokvan Nur Surer diyar kir ku sepandinên hene ji dema 12'ê Îlonê xiratirin û wiha domand: "Gelo tiştên li Kurdistanê tên kirin dikarin li Stenbolê bên kirin? Yan jî li Rihayê dikarin bên kirin? Bi tayîbetî jî navendên weke Amed û Colemêrg hilbijartine û êrîşî ser dikin. Yên deng nedin AKP'ê tên cezakirin. Qaşo qala çareseriyê dike lê yên deng dendinê gulebaran dike. Jin û zarokên ji ber şerê navxweyiyê Suriyê hatine li Bodrumê li peravên avê dimirin, di van de paya me hemûyan heye. Tirkiye di vê mijarê de berpirs û sucdare."
'Em mirovên di dema 12'ê Îlonê de me serî hildaye'
Nur anî ziman ku ew dixwazin ên êdşê bi wan didin jiyan din bi xwe jî heman êşê bikişin û wiha berdewam kir: "Ez dixwazim bêjim ku di vê pêvajoya ewqas şer giran û ew qas mirov hatin qetilkirin de xemgînim." Nur bilêv kir ku ew mirovên di dema 12'ê Îlonê de jî serî rakirine nin û wiha dom kir: "Di salên 90'an de tiştên hatin kirin, niha jî tiştên tên kirin hemanin, bi dîmenan tên dîtin. Ji ber wê niha gelê aliyê rojava de hîn zêdetir dikarin van kirinan bibînin. Ji bo wê jî divê hîn zêdetir baldariyê nîşan bidin."
(zt)