Edîtora DÎHA yê Pinar Ural: Em dev ji nivîsandina rastiyan bernadin
11:12
JINHA
AMED – Bi fermana Mûdûrê Giştî yê Karên Ewlekariya Serokwezîriyê, Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) heya niha 10 caran rastî astengiya ragîhandinê hatiye. Yek ji Edîtorên DÎHA yê Pinar Ural di derbarê astengiyên ragîhandinê de wiha dibêje; “Li rûxmê tevayê van astengiyan û van qedexeyan, kî çi dibêje bila bêje demboriya me tiştek fêrî me kiriye. Ew jî çi dibe bila bibe, em tû caran dev ji nîvîsandin û gotina rastiyan, di heman demê de vana ragihandina ji gelê xwe re bernadîn.”
Dema li beramberî çapemeniya azad astengî berdewam dike, bi fermana Mudurê Giştî yê Karên Ewlekariya Serokwezîriyê, Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) heya niha 10 caran rastî astengiya ragîhandinê hatiye. DÎHA li rûxmê sansûr û astengiyan bi dirûşma “Ji Rastiyan Qet Tawîz Nayê Dayîn” weşana xwe berdewam dike. Ji edîtorên Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê Pinar Ural anî ziman; dema li Kurdistanê hewildanên êrîş û komkujiyan tê kirin, dewleta Tirkiyê ji bo gel ji rastiyan agahdar nebe astengiyan çêdike û wiha domand: “Dewlet dikeve nav lêgerîna wê çawa komkujiyên ku pêktîne veşêre, divê de jî rêbaza herî bingehîn serî lêdide erîşên li ser çapemeniyê, girtina rêyên ragihandinê, qedexe kirin û di heman demê de rêbazên pêkanîna komkujiyane.”
“Hewildanên reşkirina rastiyan vala hatiye derxistin”
Pinar diyar kir ku komkujî û êrîşên salên 1990'an li beramberî çapemeniya azad di hişan de cih girtiye û wiha ragihand; “Jiber xebatkarên çapemeniya azad, rastiyan, şerên ku di qewimî, gundên dihatin vala kirin, gundên dihatin şewitandin, komkujiyên pêkhatî û kuştinên faîlê wan ne diyar ji gel re radigihandin û gel pê agahdar dikirin, weşana wan digirtin û endamên wê jî qetil dikirin. Dîsan jî di dîrokên hîn nêzîktir de, salên 2007, 2008 û 2009’an de bi dehan rojname girtin. Evane hîna di hişê me de nûne." Pinar bal kişand li ser dema dewlet bixwaze komkujiyan pêkbîne beriya wê çapemeniya azad hedef digre û wiha pê de çû; “Dîrokek hîn nêztir sala 201’an komkujiya Roboskî li bîra meye. Beriya çend rojan ya vê komkujiyê dîsa çapemeniya azad hat hedef girtin. Bi dehan rojnemevan hatin girtin. Lê dîsan jî tevayê van rastiyan, hewildanên reşkirin û berevajî kirinê ji aliyê çapemeniya azad ve vala hat derxistin."
“Em bi biryara qedexe kirina di derbarê ajansa xwe de dest bi rojê dikîn”
Pinar di axaftina xwe de cih da van îfadeyan; “Em xebatkarên çapemeniya azad ku weke her carê xwediyê vê kevneşopiyêne, ji bo ragihandina rastiyan ji gel re hîn zêdetir bi biryar û bi mikûrbûn. Niha jî dema em werîn roja îro, em dibînîn ku li Kurdistanê deshilatdariyê êrîş û şerekê topyekûn li beramberî Kurdan dayî despêkirin heye. Mirov tên qetilkirin û înfaz kirin." Pinar da diyarkirin ku li hemû herêmên Kurdistanê bi tankan, bi topan û bi balefirên dewletê tên bombebaran kirin, tam divê pêvajoyê de di hedefa hukûmeta AKP ya demî de çapemeniya azad heye. Pinar anî ziman ku; “Beriya niha demek kurt li dijî bi dehan sîteyên nûçeyan biryarên ragîhanî girtin. Ev ne tenê astengek ya ragîhaniye sansûre jî. Jivê jî ya ku herî zêde nasîbê xwe jê girtî ajansa meye. Di derbarê ajansa me de, bi girtina biryara qedexe kirinê em dest bi rojê dikîn îfade kir."
“Emê nivîsandina rastiyan berdewam bikîn”
Pinar anî ziman ku di rojê de çend caran sîteyên me tên qedexe kirin û wiha got; “Li rûxmê tevayê van astengî û qedexeyan kî çi dibêje bila bêje demboriya me tiştek fêrî me kiriye. Ew jî çi dibe bila bibe em tû caran dev ji nivîsandin û gotina rastiyan û di heman demê de vana ragihandina ji gelê xwe re bernadîn, ev jî bila wisa bê zanîn."
(xb)