Ji Feraşînê ji bo Erdogan peyam: Em dev jê bernadin
11:32
Nişmiye Gûler/JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên ku li hember polîtîkayên şer ên hikûmeta demborî AKP'ê li Zozanê Feraşînê dest bi çalakiyê 'Mertalkên Zindî' kirine, wiha bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirin: "Balafirên şer jî bên û me hemûyan jî bikûjin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin û em ê heya dawiyê li berxwe bidin."
Li Zozanên Feraşînê a navçeya Bêşebaba Şirnexê piştî ku wek 'Herêma Taybet a Ewlehiyê' hat îlan kirin, welatiyên ku dest bi çalakiya 'Mertalên Zindî' kirine hîna didomînin. Konê çalakiyê a ku li Goristana Memed Goyî û Rojîn Gewda hatî vedan bi tevlîbûna gelek welatiyên gundên derdor re çalakî berdewam dike. Ji Mertalên Zindî Xatûn Aslan, polîtîkaya şer ê ku tê meşandin rexne kir û anî ziman ku ew naxwazin êdî xwîn birje. Xatûn da zanîn ku ew ji bo ku ciwan neyên kuştin di çalakiyê de ye û wiha got: "Balafirên şer jî bên û me hemûyan jî bikûjin em ê dev ji çalakiyê xwe bernedin û em ê heya dawiyê gundê xwe terknekin. Bila êdî dayîk negrîn û şînê nekin. Eger Erdogan vê şerî pir dixwaze bila kurê xwe bişîne leşkeriyê."
'Heya dilopê xwîna xwe ya dawî em ê li berxwebidin'
Yek ji çalakvanê mertalên zindî Xemra Abî balkişand ser şerê topyekûn a ku li hemberî gelê Kurd hatî despêkirin û bertek li dijî polîtîkayê AKP'ê a şer da. Xemra diyar kir ku ji ber dewlet gelê sivîl qetildike zarok êdî ne wêrin biçin baxçeyan de jî bileyzin û wiha domkir: "Em ê goristana xwe li şûna xwe nehêlin û neçin cihek din. Ez ji vir jî bang li gelê xwe dikim; bila me û goristana me bi tenê nehêlin. Bila xwedî li gund û welatiyên gund derbikevin. Heya dilopê xwîna xwe ya dawî em ê li berxwebidin."
Bang ji dayîkên leşkeran re 'zarokên xwe neşînin leşkeriyê'
Îran Çelîk jî got ew ê heya dawî axên xwe biparêzin û wiha pêde çû: "Ev ax axê meye ne yê Erdogane. Berê gundê Kurdan hildiweşandin û dişewitandin. Êdî Kurd ne Kurdê berê ne. Êdî Kurd li hember êrîşan li berxwedide. Çavê me vebûn, em ê tu caran axê xwe terknekin. Divê Kurd xwedî li vê têkoşîna ku tê kirin derbikevin û destûrê nedin zarokê wan bimirin. Tu dayîk zarokên xwe ji bo ku Erdogan bikuje ne anî dinê. Ez ji vir bang li dayîkê leşkeran dikim; zarokê xwe neşînin mirinê."
'Em ê Erdogan nekin serok'
Behîce Aslan jî bertek nîşanî polîtîkayê şer yê AKP'ê da û wiha got: "Her roj ciwan û zarokên me tên qetilkirin. Erdogan ji bo heskirina xwe ya Sarayê vê yekê dike. Em ê Erdogan nekin serok. Ne rêz dide me nê jî dide şehîdên me. Em ê heya dilopê xwîna xwe ya dawî goristan û axê xwe terknekin. Heya ku her çar aliyê Kurdistanê azad bibe em ê dev ji doz û têkoşîna xwe bernedin."
(rc)