'Di rewşên şer de jinan weke amêrên tindiyê dixebitînin'
11:56
Sarya Gözüoğlu / JINHA
AMED - Her diçe konsepta şerê li hember gel hatî despêkirin giran berdewam dike, li gel wê şideta ser jinan jî zêde dibe. Cîgira Serokê Girştiyê ÎHD'ê Hatice Can diyar kir ku di şeran de jinan weke amêrên tindiyê bikar tînin.
Di çaçova konsepta şerê hikumeta AKP'ê ser gelê kurd dayî despêkirin de sivîl tên qetilkirin, êrîş ser bedena jinan tên kirin û operasonên siyasî berdewam dikin. Cîgira Serokê Girştiyê ÎHD'ê Hatice Can di polîtîkaya şer de êrîşên ser bedena jinan nirxand.
'Bi tecawîzê jinan tehdîd dikin'
Hatîce anî ziman ku dibin çavan de dixwazin bi tehdîda tecawîzê jinan bidin axaftin û wiha domand: "Em dizanin di pêvajoyên şer de jin rastî êrîşên zayendî tên. Jin weke kes nayên dîtin, berevajî ji bo xistina civakê jinan weke amêrên tindiyê dixebitînin. Mînaka wê ya herî dawî jî me di bûyera Ekin Wan de dît. Ew rewşa şer a gihayî xala herî hovaneye. Şêweyê tindiya ser jinê yê herî xirabe. Lê mixabin li Tirkiyê me berê de jî jiyan kiribûn û niha jî hîna em dijîn. Emê heya dawiyê li hemberî van tekoşînê bilind bikin."
'Dema ku bertekên jinan zêdebûn tindî jî bilind bû'
Hatice bilêv kir ku divê haya jinê ji şerê ser wê tê meşandin hebe û wiha berdewam kir: "Di rastiyê de ji demboriyê em niha zêdetir di ferqêdenin. Jinên dibin çavan de rastî şidet, tacîz û tecawîzê dihatin heta di dadgehan de jî ev ne digotin. Lê niha her kes di ferqêdene. Jin êdî neweke berêne êdî azad bûne. Êdî li her derê di pêşdenin. Ji bo wê ye mixabin her ku bertekên jinan zêde dibin êrîşên li hemberî wan jî zêde dibin." Hatîce destnîşan kir ku êrîşên ser Ekin Wan hatin kirin ew qas alçak û hovanebû di rewşa mirov nikare raki debû û wiha dom kir: "Em di pêvajoyek a ku hemû jin bertekên xwe nîşan bidin û hebûna xwe bînin ziman denin. Girêdayî Ekin Wan weke komele xebatên me hene. Em rapor amade dikin emê bi raya giştî re par bikin."
'Emê heya dawiyê tekoşîna xwe berdewam bikin'
Hatice da zanîn ku bi îlana rêveberiya cewherî re hevşaredarên jin hatin girtin û wiha pêde çu: "Rewşên weke pêvajoya Geziyê hatin jiyan kirin. Endamên Şêwirmendiya Taksimê dibin çavan de rastî îskencê û lêgera tazî hatin. Mafê kesên tên binçavkirin jî hene. Tiştên tên jiyîn hemû der hiquqîne. Ew kirin ne li gorî qazancên gelanin, ne li gorî hevpeyîmanin. Her roj bi destê dewletê êrîşan dikin. Li hemberî kirinên ne demokratîk heya dawiyê emê tekoşîna xwe berdewam bikin."
(zt)