Gelê Cizrê qedexeya derketina kolanan û êrîş protesto kirin
12:08
JINHA
ŞIRNEX - Duh bi şev gelê Cizrê daketin qadan û bi çalakiya deng derxistinê qedexeya derketina kolanan û êrîş protesto kirin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê bertekên gel ên li hember qedexeya derketina kolanan û pêre jî despêkirina êrîşan berdewam dike. Li taxên Cudî, Sur, Yasef û Nurê berxwedana gel li hember êrîşan heya serê sibê berdewam kir. Li Parqa Birca Belek ciwanan bi fîşekên hewayî êrîş protesto kirin. Taxên Dîcle û Kale yê jî di saet 20.00'an de çalakiya deng derxistinê pêkanîn û alîkarî dan berxwedanê. Li gel baranê jî gel demdirêj dîlan girtin.
Li aliyê dinê hat zanîn ku duh bi şev polîsên birîndar dibirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.
(zt)