Ji jinên Nisêbînê kartên piştevaniya hevşaredaran

12:21

JINHA

MÊRDÎN - Hevparên KJA'yê yên Nisêbînê, bi boneya piştgirî û piştevaniyê, kartên piştevaniyê ji Hevşaredara Nisêbinê Sara Kaya, Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan û Hevseroka HDP'ê Sabiha Gunduz re şandin.

Hevparên KJA'yê yên Nisêbîna Mêrdînê, bi boneya piştevaniyê, ji Hevşaredara Nisêbinê Sara Kaya, Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan û Hevseroka HDP'ê Sabiha Gunduz re şandin. Hevparên KJA'yê li gel Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê ya Nisêbînê li Parka Demokrasiyê li hev kom bûn û heta PTT'ê meşiyan. Li ber PTT'ê li ser navê jinan Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbinê Emine Akyuz, diyar kir ku Hevşaredara wan hefteyek berê neheq hat girtin û ji bo piştevaniyê bidin hevalên xwe yên girtî kartan ji wan re dişînin. Jinan bi boneya Hevserok û Hevşaredar serbest bên berdan kart şandin û xwestin bi lezgîn hevalên wan bên berdan. Jinan piştî kart şandin bi silogana "Jin jiyan azadî" ji PTT'ê qetiyan

(zt)