KJA yê bang li gelê Wanê kir: Werin li hember qirkirinan em her şev deng derxin
12:47
JINHA
WAN- Têkela KJA ya Wanê bang li gel kir ku li hember qirkirinên li Cizre û Surê berdewam dikin her şev saet di 21.00'an de tevlî çalakiya deng derxistinê bibin.
Têkela KJA ya Wanê qirkirinên polîs û leşkeran ên ser gelên navçeya Cizîra Şirnexê û navçeya Sura Amedê bedewam dikin şermezar kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya DBP'ê hat dayîn de Nazmiye Acar axivî û got: "Li Cizîr, Sur û gelek deverên Kurdistanê ji 7'ê Hezîranê de AKP û Erdogan vîna gel napejirînin ji bo wê qirkirinan dikin. 3 rojin ji Cizîrê agahî nayê girtin. Xetên gihandinê qut kirine, qedexeya derketina kolanan îlan kirin û elektirîk birîne. Ser wê de jî sekvan li ser avahiyan bicîh kirine û gel gulebaran dikin. Gel heya nikarin cenazeyên xwe jî bispêrin axê. Ser gelê Cizîrê lîstokên qirkirinê yên gelek xirab hene."
Her şev di saet 21.00'an de çalakiya deng derxistinê heye
Nazime ji bo beşdariyê bang li gel kir û wiha domand: "Ji bo rawestandina van qirkirinan em KJA ya Wanê bang li hemû gelê Wanê dikin. Hêza herî mezin a terora dewletê bide rawestandin hêz û tililiyên jinanin. Ji bo qirkirinên li Cizîr û Surê bên rawestandin bila her şer di saet 21.00'an de hemû gelê Wanê beşdarî çalakiyaa deng derxistinê bibin."
(zt)