Ji ber nehêlan bibin nexweşxanê ji windahiya xwînê Osman Çagli jiyana xwe ji dest da
12:51
JINHA
ŞIRNEX - Dorpêça polîsan a li Cizîrê ket roja 3'emîn û di encama guleya sekvanan de ciwanê bi navê Osman Çagli bi giranî birîndar bû. Ji ber ku polîsan nehişt Osman bibin nexweşxaneyê ji ber zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku di êrîşa sekvanan de hin birîndarên din jî hene.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ser fermana walîtiyê derketina derve hat qedexekirin. Qedexeya walîtiyê û êrÎşên polîsan a li ser welatiyan ev 3 roj in bênavber berdewam dike. Sekvanên li ser baniyan hatine bicihkirin welatiyên sivîl gulebaran dikin û di encama guleya ku sekvanan avêtin ciwanê 18 salî Osman Çagli bi giranî birîndar bû. Welatiyan xwestin Osman bibin nexweşxaneyê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Ji ber zêde xwîn ji Osman çû jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku gelek welatiyên birîndar hene û ji ber astengiya polîsan nikarin bibin nexweşxaneyê.
Li gel Osman hijmara welatiyên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan giha 7 kesan. Pevçûnên li taxên Nûr û Cûdî hêj berdewam dike.
(zt)