Konferansa Yekîtiya Star bi dawî bû

13:31

JINHA

QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişlo derbarê hilbijartina nû a Rêveberiya Yekîtiya Star û Konferansa ku li Kantona Cizîrê pêk hatî de nirxandin kirin.

Li bajarê Qamışlo a Kantona Cizîrê di 6'ê Îlonê de Konferansa Yekîtiya Star a duyem pêk hat. Konferans bi tevlîbûna xebatkarên saziyên civakî û jinê pêk hat. Li ser pêkhatina Konferansê û biryarên ku derketî jinan nêrîna xwe anîn ziman. Rêvebera Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî balkişand ser girîngiya Konferansê û wiha got: "Hêviya me ew e ku bi encamê konferansê re jin bikaribin xwe di her qadê jiyanê de hîn zêdetir bi hêz bikin û serkeftinê qezenç bikin. Bûyîna xwedî vîn bi zansitî û pêşxistina rêxistinê re pêk tê."

Welîde diyar kir ku îro dê hilbijartin pêk were û wiha got: "Hilbijartin dê îro pêk were. Ji bo bajarê Qamişlo û hemû bajarên din meclîsa jin a giştî dê diyar bibe. Ev meclîsa giştî dê ji sê kesan pêk were. Yek serok du jî cîgirê serok dê werin hilbijartin. Dê meclîsa giştî a bajarê Qamişlo ji 7 jinan pêk were." Welîde her wiha diyar kir ku erka sereke yê xebatê meclîsê a vê pêvajoyê dê girîngiyê bide xebatên perwerdeya jinan.

Her wiha jinên bajarê Qamişlo Gofîran Kewkeb, Nehîde Kelaş û Wefa Mehemed wiha gotin: "Pêkhatina Konferansa Yekîtiya Star hêza jinê dide diyar kirin. Bi taybet ji bo ku jin ji sînora malê derbikeve û di têkoşîna azadiyê de bi hêz bibe girînge. Jin bi rêxistinbûnê re tevlî xebatên siyaset aborî û saziyên civakî dibe û pêşengiya wê dike." Jinan hêviyê xwe anîn ziman û wiha bang li tevahî jinan kirin; "Divê her jinek ji bo xeta azadiyê bikeve nava lêgerînê û di gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 'Jin jiyana azade' esas bigirin. Bi taybet divê jin xwedî li kedê Rêber Apo a li ber têkoşîna azadiya jinê derbikevin û têkoşîna xwe li gorî vê rêgezê bi hêz bikin."

'Hilbijartin rengê jinê ê demokrasiyê diyar dike'

Ji jinên ku ji bo meclîsa bajarê Qamişloyê hatine hilbijartin Henîfe Mehemad, Şeha û Firyal nêrînê xwe wiha parvekirin. Henîfe Mehemad wek serokê nû a bajarê Qamişlo hat hilbijartin. Henîfe got: "Ez gelek kêfxweşim. Ji ber ku em bi îradeya gel hatin hilbijartin. Baweriya ku jinan daye me em bi nirx dibînin û ji bo ku xwedî li vê nirxê derbikevim dê hewldanê min a buyîna bersiv bi hêz bibe."

Şeha Xalîl balkişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: "Ji bo ku xwedî li vîna jinan derbikevim tê têkoşîn û hewldana min bidome."

Konferans bi sozdayîna hilbijêran a ku xwedî li pêvajoyê û vîna jinan derbikevin ve bi dawî bû.

(re-ş-bk/rc)