Li Sincanê hemer lê gera tazî protesto ya tazî!
14:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Jinan a Sincanê li hember sepandinên leşker û polîsan ên lêgera tazî jinên girtî jî bi tazîkirinê protesto kirin.
Endama TKP/ML yê Rewmiye Vatansever girêdayî sepandinên li girtîgeha ser girtiyan didin kirin nameyek nivîsî. Resmiye diyar kir ku dixwazin bi her awayî bedena jinan bêxin bin deshilatiya xwe û wiha domand: "Di dadgehan de cezayê mêrên qatîlên jina tên kêmkirin. Jinên şoreşger ên mirî û jiyan dikin rastî êrîşên zayendî tên. Di girtîgehên pergalê de jin û LGBTÎ navendên tacîz û tecawîzê ne."
'Di odên qemere neyî de lêgera tazî dikin'
Resmiye destnîşan kir ku di girtîgehan de tacîz her diçe zêde dibe û wiha berdewam kir: "Ji xwe her dem di çun û hatinên nexweşxane û wekedinê de lêger hebû, di van demên dawî de vêcarê jî lêgera leşkeran ser zêde kirine. Hem jî vê lêgerê di odên qemera têde neyî (odên lêgera tazî) de dikin. Em lêgerek wiha napejirînin. Lê gelek sepandinên wiha yên girtîgehê hene. Di hevdîtina vekirî ya meha tebaxê de malbatên hatine hevdîtinê di lêgerê de xwestine ew kincên xwe yên binî bixin."
Li hember lêgera tazî protestoya tazî
Resmiye bilêv kir ku ser girtiyên Sirgun dibin an jî nû tên girtin lêgera tazî ferz dikin û wiha dom kir: "Li gel em napejirînin jî bi zorê vê lêgerê dikin. Emê jî weke her demê bersiva van sepandinan bidin. Girêdayî van sepandinên dawiyê me çalakiyên protestoyî lidarxistin. Em weke girtiyên jinên ji dozên TKP/ML, PAJK û ÊLKP'ê tên girtin her dema ku me ji hucreyên me derdixin em bi duruşmên weke 'Ji lêgera tazî re na' û 'Dê îskenca ser vîna morvan têkbiçe" bilind dikin tîşor, gumlek û tiştên ser xwe bi hev re derdixin. Li ser me tenê tiştên binî dimînin em dimeşin. Em bi wî awayî diçin cihên ku me dibinê, dema ku em vedigerin hucreyên xwe cardin kincên xwe li xwe dikin. Her wiha di her lêgera tazî de em duruşman bilind dikin û li deriyan dixin."
(zt)