Nesrîn Ebdullah xelata parastina niştimanî ya Çîk girt

15:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYANB - Fermandara Hêzên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah li paytext Çîk Praha, xelata Parastina Niştimanî ya Çîkî wergirt.

Bi armanca tevlîbûna Konferansa 7'mîn a ewlekariyê yên dewletên Ewropayê, Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah çû serdana paytexta Çîk Praha û beşdarî konferansê bû. Di Konferansê de fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah xelata parastina Niştîmaniyê ya Çîkî wergirt. Nesrîn Ebdullah ji aliyê welatiyên Çîkî ve bi coşek mezin hat pêşwazî kirin. Nesrîn piştî ku ji aliyê Serokê 7 Kantonên Çîkî Birêz Mîxayîl Haşak ve hat pêşwazî kirin xelata Parastina Niştîmaniyê ya Çîkî wergirt.

Li welatê Çîkî salê carekê xelatê Parastina Niştîmaniyê tê diyar kirin. Bi taybet xelat diyarî kesên ku rola xwe di rizgarkirina welat û rêxistina azadî û demokrasiyê de girtibin tê kirin. Ev xelat bi taybet ji aliyê Dayîkên Aştiyê ên welatê Çîkî ku zarokên xwe di şerên Niştîmaniyê de winda kirine de hatiye organîze kirin.

Serokê Kantonên Çîkî Birêz Mîxayîl Haşak di konferansê de ku gelek nûnerên siyasî, çandî û leşkerî di navde amede bûn de wiha got: "Pêwîstî hebû ku berî rêveberên Rojavayê Kurdistanê serdana welatê me bikin, em çûbana serdana Rojava. Lê mixabin derfetê me çênebûn. Em bi hatina we gelek serbilindin û bejna xwe li hemberî berxwedana we ya dîrokî ditewînin."

'Têkoşîna me li hember terotê didome'

Piştî wê Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah li ser navê hêzên YPG/YPJ'ê spasiya xwe ji bo Serok Mîxayîl Haşak anî ziman û wiha got: "Em li ber tevahî alîgirên azadîxwazên cîhanê li dijî terorê şer dikin û hîna jî têkoşîna me didome."

Nesrîn derbarê berxwedana li Rojava de jî anî ziman ku hêzên YPG/YPJ'ê parastina hemû pêkhateyên li Rojava dikin û tu caran ferqê naxin navbera ol, netew, bawerî û wiha pêde çû: "Em parastina nirxên azadî û demokrasiyê dikin û jiyana hevbeş, biratiya gelan diparêzin."

Nesrîn Ebdullah her wiha bi Serokê Partiya Rastgir a Azadîxwazên Çîk û Endamê Parlemanê Ewropa yê Pîter Max re civiya. Pîter Max dilsozî û piştgiriya xwe bi hêzên YPG û YPJ’ê re anî ziman û diyariyeke sembolîk radestî Nesrîn Ebdullah kir. Pîter Max di hevdîtina xwe de diyar kir ku divê hemû cîhan li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşe.

(rc)