Hîna talokeya jiyana Berfin berdewam dike

15:12

JINHA

AMED - Hîna talokeya jiyana Berfin Okten a 14 salî ku li navçeya Silopiyaya Şırnaê ji aliyê sekvanan ve giran birîndar bûyî berdewam dike.

Di şeva 31'ê tebaxê de dema ku Berfina 14 salî li gel diya xwe li ser ban razayîbûn bûyîbûn hedefa guleyên sekvanan û birîndar bûyîbûn. Diya wê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Berfin a giran birîndarbûyî jî rakiribûn Nexweşxana Zanîngeha Dîcleya Amedê. Hîna talokeya jiyana Berfin berdewam dike. Berfina ku di gulebaranê de ku milê xwe yê çepê gule xweriye hîna di beşa lezgîn de tê girtin.

(zt)