Li Surê cihê jinan çamaşır Evi hat rewşa neyê xebitandin!

09:18

JINHA

AMED - Li Surê polîsan ser mala jinan Çamaşir Evi ya ku ji aliyê DİKASUM'ê ve hatî vekirin de jî girtin hemû tiştên wan şikandin û eşiyayên wan hatin rewşa neyê xebitandin. Xebatkarên Çamaşir Eviyê Gulistan û Filiz diyar kir ku polîs ketine hindirê malê her tişt şikandine, ji bo wê jî ew neçar mane ji bo demekê navberê bidin qursan.

Li Taxa Hasirliya navçeya Sura Amedê 2 rojan dibin dorpêça polîsan de şer berdewam kir. Di êrîşan de mala jinan Çamaşir Evi ya ku ji aliyê DÎKASUM'a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ve hatî vekirin jî nesîbê xwe ji êrîşan girt. Polîsan deriyê malê şikandin û hemû tişt nava hev xistin. Komputerên ji bo qursên zarokan hatîn berhevkirin jî hemû şikandin.

Xebatkara Çamaşir Eviyê Gulistan Filiz diyar kir ku ji ber her tişt jikandine, xira kirine wan ji bo demekê navber dane qursên xwe û got: "Duh serê sibê dema ku em hatin her tişt şikandîne, telefizyon avêtine erdê hemû derî şikandîne. Hemu malzemeyên ji bo zarokan di dolabande avêtine erdê û şikandine. Me li gel jinên taxê hemû berhev kirin. Lê komputer û hemû malzemeyên qursan hatine rewşa neyên xebitandin. Ji bo wê heya demekê me navber dan qursên xwe."

Xebatkara Çamaşir Eviyê Filiz jî got: "Ev hêrsa çiye em jî nizanin." Filiz anî ziman ku dê li gel jinên taxê di demek kin de carekdin ser hev ve bînin.

(zt)