'Ji bo şer pêk neyê divê lihevkirina Dolmabahçe têkeve meriyetê'
09:20
Oyku Dîlara Keskîn / JINHA
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak anî zimana ku divê demildest ev şer bê rawestandin û got: "Divê lihevkirina Dolmabahçe pêk were û demildest derbasî pêvajoya muzekaran bibe. Ji bo xizmeta pirsgirêka Kurdîstanê divê gav werin avêtin.
Hikumeta AKP'ê "konsepta şer" li kurdistanê xistiye meriyetê qetlîamên xwe ber devam dike. Li hemberî şerê AKP'ê gelê kurd jî berxwedana xwe mezin dike û parastina xwe ya cevherî pêk tîne. Li gorî rapora ÎHD'ê ya di navbera 21-28'ê Tîrmehê di pevçûna de 92 leşker-polîs, 38 jî gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hatiye diyar kirin ku qetlîamên li hemberî sîvîlan salên 90'an derbas kiriye û 47 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Nezî 2 hezar 386 kes jî bi hinceta endamê "PKK-KCK" ne hatine binçevkirin di van de 301 kes jî bi hinceta endamê "PKK-KCK" ne hatine girtin. Li Cîzre, Sîlopî û Farqînê gel di nava malên xwe de, li kolana tên qetilkirin.
'Rewşa niha salên 90'an derbas kiriye'
Seroka Şaxa ÎHD'ê Zeynep Ceren Boztoprak qetlîma û operasyonên siyasî yên li Kurdistanê pêk tên nirxandin û wiha domand: "Piştî hilbijartina em ketin nava şer. Ev 3'ê sale agirbest hebû lê devletê ev agirbet bi xwe xwe xira kir. Niha jî qetlîama sîvîlan,qetlîama zarokan û gel tê înfazkirin. Ev qetlîam salên 90'î tîne bîra mirov lê dema mirov salên 90'î mezê dike niha rewş gelek xetereye" Zeynep destnîşan kir ku di navbera salên 90'an û niha cudahî hene û got "Niha li hemberî me hikumetekê dibê ez salên 90'î dizanim û ji wê demê devletê li kurdistanê zilim kiriye heye. Hikumetekê salên 90'î dizanê û van kirina dike pir rewşeke xetarnake. Li Tirkiye gelek caran OHAL û rêveberiya avarte dîtiye. Ev hemû tişt bi awayek fermî hate kirin. Niha îlana fermî jî nîn e û hikûmeta fermî jî nîn e. Ji ber vê yekê jî rewş pir xetarnake.
'Tu welat nikare axa xwe bombe bike'
Zeynep da zanîn ku axa Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tê bombe kirin û wiha got; "Ev bombekirin tê vê vateyê ew ne welatê min e,hûn li welatekî din in û hûn gelekî cuda ne. Ji ber tu devlet welatê xwe û axa xwe bombe nake. Mînaka vê yekê jî qetlîama Zergelê ye. Li gel bangavaziyên aşitiyê jî devlet qetlîamên xwe ber devam dike. Ji xeynî qetlîamên sivîl îşkence ji gerîlla dike. Kirina li hemberî gerîlaya YJA-Star'ê sucê mirovatiyê ye. Di bûyeran de gelek bînpêkirina mafên mirova hene û nikarin bên telefî kirin.
'Binçavkirin hîn zêdê û berfireh yên bêne kirin'
Zeynep bal kişan ser qirkirina operasyonên sîyasî û wiha got; "Ev pêvajo dişibe pêvajoya operasyonên KCK'ê. Nezî 2 mehan her roj girtin û binçevkirin tên kirin. Wekî operasyonên KCK'ê rêveberên partiyan jî tên girtin. Hinceta wan jî wekî operasyonên KCK'ê der zagonîne. Xebatên partiyên sîyasî jî wekî suc tê dîtin. Çalakiyên ku em jî têda cîh digrin di van operasyonan de wekî suc tê dîtin. Girtin û binçevkirin her ku diçe zêde dibe. Ev binçevkirin her ku diçe jî zedê bibe."
Zeynep destnîşan kir ku komeleya wan di dema hatiye avakini hetanî niha xebatên, aşîtî, demokrasî dike û wiha pê de çû "Divê mirov bangavaziya aşitiyê bêtir xurt bike. Em dixwazin demildest ev şerê tê kirin were sekinandin. Divê lihevkirina Dolmabahçe pêk were û pêvajoya muzakera destpêbike. Divê di mesela Kurdistanê de gavên xizmeta aşitiyê bike were kirin."
(pk)