Xwendekarên lisê yên İzmirê li hember şer birêxistin dibin
09:49
Ceren Karlıdag/ JINHA
İZMİR - Xwendekarên lisê yên İzmirê li hember konsepta şerê AKP'ê xwe birêxistin dikin û Hewla Liseyiyan a ji bo Aştiyê avakirin.
Xwendekarên lisê li hember konsepta şerê li Kurdistanê hatî despêkirin kombûn gotin: "Gotinek me jî hene" û Hewla Liseyiyan a ji bo Aştiyê avakirin. Ji xwendekarên lisê Sibel Yaşar girêdayî paketa hindir, êrîşên ser HDP'ê û di dawiyê de xwîna ku li her çar aliyê welat Erdogan ji bo textê xwe dide rijandin nirxand û got: "Weke xwendekarên lisê di vê pêvajoyê de dê dengê me zêdetir derkeve."
Sibel anî ziman ku dewlet dixwaze ciwanan dibin hîmaya xwe de bidin girtin û wiha domand: "Dema ku xwendekarên lisê weke wan nakin ser malbatên wan de diçin. Ev hemû bi paketa hindir re pêş ketin. Ew çiqas pêvajoyê bidin zorê dê ewqas tekoşîna me mezin bibe."
'Bila kurê Erdogan biçe leşkeriyê'
Sibel destnîşan kir ku li hember konsepta şerê AKP'ê rolek mezin dikeve ser milê ciwanên lisê û wiha berdewam kir: "Divê her kesên xwedî wijdan di vê pêvajoyê de alî bisekinin. Li Pirsusê 33 ciwan qetilkirin. Leşker jî ciwanên ji nava jiyana me diçinin. Li cihê ciwan di şerê neyê me de tên qetilkirin bila kurê Erdogan biçe leşkeriyê. Erdogan şer dixwaze cezayê wê hinekdinê dikêşin."
'Hişmendiya DAÎŞ'ê li lisê jî ser deste'
Sibel hewlesta AKP'ê ya li hember liseyan rexne kir û got: "Dibêjin perwerda bê pere lê di nava hefteyê de 60 tl di berîka me de nebe em nikarin derkevin derve. Bi zagona nû re belavkariya rojnamê, belavok belav kirin û rêxistin kirin qedexeye. Ev di demên dawiyê de pir zêde bûne. Hevalên meyên jin her dem rastî helwesta zayendiya mudur û cîgirê mudurtên. Li dibistanan hişmendiyak a dijminiya jinan heye. Hişmendiya DAÎŞ'ê li lisê jî serdeste."
'Wê demê kontragerila hebû niha jî hêzên tayîbet'
Sibel bilêv kir ku ew weke xwendekarên lisê her dem bi deruniya Gelo salên 90'an carekdinê vegeriya? dijîn û wiha dom kir: "Qirkirina di mitînga 1'ê Gulana sala 1997'an di mitînga HDP'ê ya Amedê de jî kirin. Wê demê kontragerila hebûn niha jî tîmên tayîbet. Her dem heman hişmendî maskeya xwe diguhere. Em dixwazin vê derbaskin."
'Divê xwendekarên lisê talebên xwe bilind bikin'
Sibel derbirî ku şer canê ciwanan didize û wiha pêde çu: "Ti ciwan naxwazin bimirin. Em liseli jî difikirin ku divê em daxwazên xwe bînin ziman. Emê vê bêxin rojeva dibistana xwe. Ne bi cezayên disiplînê ne jî bi ti awayên din nikarin me ji tekoşîna me dur bixin. Bomba ji bo me hemûyan diteqe. Liseyiyên hemû jiyana wan bi ezmûnan derbas dibin heger naxwazin rastî tecawîzê bên û xizmên xwe di şer de winda bikin bila daxwazên xwe yên aştiyê bilind bikin."
(zt)