Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ji peywîrê hat dûrxistin
09:50
JINHA
MÊRDÎN – Hevaşaredara Nisêbînê ya ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi îddîaya “Endama rêxistênê ye” hatibû girtin, ji peywîra dûr xistin.
Hevşaredara Nisêbinê Sara Kaya ya ku di 31’ê tebaxê de bi hînceta xwe rêvebirin hatibû binçavkirin û bi îddîaya “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Bi biryara Midûriyeta Îdareyên Mahalî ya Bajêr a girêdayî Walîtiya Mêrdînê ku teblîg ji şaredariya Nisêbînê re şandin daye xuyakirin ku Sara Kaya ji peywîra wê dûr xistin.
Biryara ji Şaredariya Nisêbînê re hatiye şandin wihaye: “Bi pêşengiya Serdozgeriya Komarê yê Nisêbînê bi îddîaya “Endama rêxistina bi çek a terorê ye’ di 31.008.2015’an de Şaredara Nisêbînê Sara Kaya hatiye girtin. Di vê çarçoveyê de li gorî qanûna şaredariyan a 5393 maddeya 45’emîn pêwîstî heye ku meclîsa şaredariyê di nava 10 rojan de serok wekîlê yekemin ê meclîsê, dema ev wekîlê yekemîn neyê hilbijartin, serok wekîlê duyemîn ê meclîsê ew jî nebe pêwîste di serokatiya endamê extiyar de li hev kombibin û serok wekîlê şaredariyê bê hilbijartin. Ev ji aliyê qeymeqamiyê ve bangî şaredariyê hate kirin. Pêwîste karên pêwîst bi lez bê kirin û biryara xwe bişînin walîtiya me.”
(bg/zt)