Cizîr Şer, ceng û dilan e
10:25
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Dorpêçe Cizîrê ket roja çaran. Gelê Cizîrê li hember gulebaran deng derdixin û dilan digrin. Jinên taxa Nur dibêjin ku Cizîr bûye Kobanê û ji ber doza wan doza heqiyê ye wê li berxe bidin û wê bi ser bikevin.
Dorpêça li ser Cizîrê ket roja çaran. Heya niha di êrîşan de 7 welatî hatin qetilkirin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Ev çar rojin derketina kolana qedexeye, şebekê telefonan av û ceyran hatine birîn, sekvan li ser cihê hakim cih girtine û weletiyan gulebaran dikin. Kolanên Cizîrê ji aliyê wesayîtên zixî ve her roj tên bombarankirin û gûlebaran kirin. Dema meriv tiştên ku dewlet di Cizîrê de dide meşandin di hejmêre mirov di weste lê hîn jî maye. Welatiyê ku birîndar dibin ji ber dorpêçê nikarin bigihînin nexweşxanê û gelek kes ji ber wundakirina xwîna zêde jiyana xwe ji dest didin. Dîsa kesên jiyana xwe ji dest dayî didin bi rojan di bin germê de didin seknandin. Sait Çaxdavul sê rojan li Taxa Nur di mizgeftê de hat seknandin disa tê zanin ji ber li Taxa Nur bi rojane ceyran tine cenaze di bin zêdetîrê 40 dereceyî de tên seknandin.
‘Wêneyekî din jî li wêneyan zêde bû’
Li Cizîrê jiyan jî mirin jî zehmete lê ev gel li hember her şertan di berxwedanê dene. Dayîka Cemile Çagirga, Amina Çagirga ku mala wê di salên 1990'an de hatiye bombe kirin û di encama wê bombaran kirinê de 7 kesan ji malbatan xwe hûnda dike. Dema keça wê li ber derî tê qetilkirin nagirî û nade ber qira keçe xwe dibe malê û hê ku ceyran heye buzê dide ser laşê keça xwe da xera nebe. Dayika Amine yek ji dayikên Şemiyê ye û her hefte 7 wêneyan digre destê xwe û diçe cihê çalakiyê. Dayika Amine da zanîn ku wêneyek din jî li wêneyên wan zêde bûye. Duh sê cenaze ji taxê dorpêç kirî hatin derxistin û dema derxistina cenezeyan girseya ku di navê de wekilê HDP’ê jî hebû hatin gûlebaran kirin. Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunc di bin gule baranê de berê xwe dide qemera me û dibêje; "Ka hûn dibînin dewlet çi ji me dike çima kes qirina Cizîrê nabihize?"
‘Bijî berxwedana Cizîrê’
Dengeg bilind dibe li Cizîrê di nava dengê bombe û topan de dengek bilind dibe li hember dengê topan dengê kevçî û tenekan, dengê tililî û dûrişmên “ Bijî berxwedana Cizîrê” Meriv carnan di nav kolanan de rastî govendê tê ji aliyekî de mirin ji aliyekê de govend dema meriv difikire naçe ber hev lê ev der Cizîre ”Şer û Ceng û Dilane”. Jiyan û mirin, govend û şer bi hevdu re hatine hunandin.
‘Cizîr bûye Kobanê’
Cizîrî dibêjin: "Ev der buye Kobanê." Dema meriv diçe taxa Nur meriv dibîne ku Cizîr çiqas dişibe Kobanê welatî ji ber sekvanan diwarê malê xwe qul kirin û di wir de diçin tên. Li taxa Nur em diçin mala Dayika bi navê Siltan ku mala wê hatiye gûlebaran kirin. Dayîka Siltan dibêje ku parçeyek bimbê li keça wê ketiye û ew jî birîndar e û wiha diaxive: "Em miletê Kurd her roj dibêjin aşitî û biratî lê ew bi kuştinê bersiv didin me, em bi kuştinê xelas nabin.” Siltan balkşîne ser Misilmantiya AKP’ê û ev tişt got, “Ev çend roje nahêle em dengê mele jî bihîzin, nahêle em nimêj jî bikin ma ev Misilmantiye.” Siltan destnîşan kir ku ew bi rojane raneketine û ev tişt anî ziman: "Her roj me digre û dikuje; lê em bi kuştin û girtinê xelas nabin. Emê berxwedana xwe dewam bikin. Heya kuçek jî di destê me de hebe em dev ji doza xwe bernadin.”
‘Em li hember dewleta hov berxwe didin’
Dayika Bedriye jî dibêje ku ew bi rojan raneketine û nan nexwarine û wiha diaxive: "Ev İŞÎD’a Erdogan e wiha dike. Cenazê me di mizgeftê de bû êrişî mizgeftê dikirin.” Dayika Bedriye bilêv kir ku ew li hember dewleta hov berxwe didin û wiha behsa berxweda li taxa Nur dike: "Me siperê xwe çêkiriye. Em nobeta xwe digrin. Em li ciwanê xwe dinêrin ji bo wan çi ji destê me tê em dikin. Em ji Erdogan û dewlata wî natirsin em dibêjin aşîtî ew aşitiyê nakin û dibêjin şer emê şêrê xwe jî bikin.”
‘Berxwedana me heqe’
Dayîka bi navê Hediye behsa rewşa Cizîrê dike û diyar dike ku ew doza axa xwe dikin û wiha dewam kir: "Em doza nasnama xwe, axa xwe û welatê xwe dikin.” Hedîye bilêv kir ku berxwedana wan berxwedana heqîyê ye û wiha pêde diçe: "Dewlet ji me dixwaze ku em nasnama xwe inkar bikin; lê ez keça vî gelî me bedelê wê çi dibe bila bibe ez nasnama xwe inkar nakim. Em berxwedana xwe dikin heya damleyek xwina hebe."
(ma/zt)