'Divê li Tirkiyê her kes bibin mertalên zindî'
12:57
JINHA
STENBOL - Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci diyar kir ku we niha rêxistinek faşîzmê ya ji demê Cunta yê xiratir re rubi ru ne, ji bo wê jî divê hemû Tirkiye bibe mertalên zindî wêdemê dikare şer bê rawestandin û got: "Di salên 1980'an de jî di vê astê de qedexeya derketina kolanan nehatiye kirin. Ti demên di vê astê de faşîzim li ber çavan tê dîtin nehatiye jinankirin."
Li gelek deverên Kurdistanê yên weke Cizîr, Silopî, Şemdinan, Gimgim, Lîce, Farqîn û Surê li gelek deveran bêyî cudahiyê bêxin nava zarok, ciwan, pîr û kalan gelek mirov qetilkirin. Li herêma ku êrîş û qirkirin tên jiyankirin, polîs bi çekên giran êrşî dikin. Cizîr 4 rojin dibin dorpêçêdene. Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci diyar kir ku ew bi rêxistina faşîzmê re ru bi rune, divê hemû Tirkiye bibe mertalên zindî heya ev şer raweste.
'Sepandinên darbeyên 12'an derbasdikin'
Şebnem balkişand ser qirkirinên li Kurdistanê berdewam dikin û wiha domand: "Di salên 1980'an de jî evqas qedexeya derketina kolanan nehatibûn dîtin û faşîzim nehatibû vê rewşê. Xebatkarên tendiristiyê ji ber nikarin xebatên xwe bikin ji herêmê direvin. Ji ber wê niha li herêmê xebatên tendiristiyê nikarin bên kirin."
'Divê Tirkiye bi tevahî bibin mertalên zindî'
Şebnem bilêv kir ku ew nikarin xwe bigihînin sivîlên li herêmê dijîn û wiha berdewam kir: "Em nedikarin xwe bigihînin gelê sivîl û ne jî dikarin xwe bigihînin hevalên xwe. Em dixwazin hîn bibin çî heye, lê amêrên gihandinê rakirine." Şebnem anî ziman ku çareseriya li pêşiya qirkirinên sivîlan û înfazên bê daraz tenê Tirkiye hemû bibin mertalên zindî ye û wiha dom kir: "Ji bo parastina mirovahiyê û rawestandina şer tenê çareserî eve."
(zt)