Zeynep Kaçar derma ku felc derbasdikir polîsan nehêla rakin nexweşxanê

13:00

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan ambulansa ku ji bo jina bi navê Zeynep Kaçar a ku felç derbas kir rake nexweşxaneyê hatibû asteng kir. Zeynep li benda ambulansê ye.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku bi rojan e di bin dorpêça polîs û leşkeran de ye, birîndar an jî nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan. Jina bi navê Zeynep Kaçar a li Taxa Cudî felç derbas kir. Welatî bang li ambulansê kirin ku were taxê lê polîsên tîmên taybet destûr nedan ku ambulans bikeve taxê. Welatiyên taxê Kaçar anîn heya derketina taxê û ji ber ku polîs destûr nade ambulansê jina ku felç derbas dike li sikakê tê rawestandin.

(zt)