Polîs anonsa 'teslîm bibin' li gelê Cizrê dike!

13:16

JINHA

ŞIRNEX - Ev 5 rojin leşker û polîsan gelê Cizrê di malên wan de hebis kirine, niha jî anonsa "Teslîm bibin" dikin. Tê gotin ku gel dibin tehdîda qirkirinek mezindenin.

Gelê Cizîrê 5 rojin dibin çembera leşker û polîsan de di nava êrîşan de li ber xwe didin. Li navçeya ku di êrîşan de 7 kesan jiyana xwe jidetdane de ji serê sibê ve polîs anonsa "Teslim bibin" dikin. Li navçeyê qedexeya derketina kolanan berdewame, şebekeyên telefonan, elktirîk û av birîne. Bi gotinên "Lezgîn têkevin nava tevgerê" polîs û leşker amadekariyên qirkirinek mezin dikin. Desturê nadin parlrmenterên HDP'ê jî têkevin nava navçeyê.

(ma-zd/zt)