Meclîsa Jinê Azad çu Cizîr ê
13:32
JINHA
AMED- Bi banga KOM'ê jin li ber avahiya KCD'ê kombun ji bo li Cizîra dibin darpeça polîs, leşker û hêzên taybet dane qirkirin çenebe ber bi Cizîre rê ketin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinên Azad (KOM) bi şîara (dengê Cizîrê bibîhse) ku çalakî hat li darxistin, li ber KCD'ê daxuyanî dan. Piştî daxûyanê jin ber bi Cizîre rê ketin. Li ser banga KOM'ê jinên Îzmîr, Stenbol, Enqere û Amedê kom bûn ji bo şerê li Cizîrê bibînin û zilma li ser gel bal bikşînin got ku wê biçin Cizîr ê. Li ser navê jinan Endamê KOM'ê Macîde Şîmşek daxûyanî da û wiha got, "zilm û zordestiya li ser Cizîrê te kirin, AKP'e bi vê zilmê dawîya xwe tîne."
'Li ser gel zordestî û zilim heye'
Macîde destnîşan kir ku, ji bo zarok û gelê Cizîrê dikilkilin, li ser gel zordestî û zilim heye û wiha domand: "Gel miryê xwe jî nabîne. Hûkûmeta AKP'ê bi vê rê û rebazê dawiya xwe tîne lê ne haydare. Em jî ji ber komkûjî û şerê li Cizîrê li vederêne."
Piştî Macîde endama Meclisa Dayîka Aşîtiyê Havva Kiran jî got: "Bi salane ji Birêz Ocalan re dibejin 'kujerên zaroka' lê li Cizîrê zarokekî 35' rojî hate ketilkirin. Hemu kes bila bibîne kujerê zarokan kiye." Havva bang li dayîkê leşkeran kir û got ku zarukên xwe nekin kurbana qesrê.
(ba/zt)