Cizîr dibin gulebaranê dene, mal dişewitin dihindirê malan de sivîl hene

13:46

JINHA

ŞIRNEX - Ji duh êvarî heya niha li Cizrê şer girane. Gel hewildidin çembera leşker û polîsan bişkînin, leşker û polîs rojnamegeran hedef digirin.

Ji duh êvarî heya niha li Cizîrê şer girane, leşker û polîs anonsên "Teslîm bibin" dikin. Li navçeyê qedexeya derketina kolanan berdewame, şebekeyên telefonan, elktirîk û av birîne. Bi gotinên "Lezgîn têkevin nava tevgerê" polîs û leşker amadekariyên qirkirinek mezin dikin.

Li Taxa Nur şer berdewam dike, rojnamegerên ku nûçe dişopandin hedef hatin girtin. Li hember êrîşan û şerê giran ji duh êvarî de berxwedana gel bi çalakiya deng derxistinê berdewam dike. Zarok li derêne, welatî li gorî derfetên xwe bi jeneretoran ji bîran ji bo vexwarinê avê derdixin. Bi qazanan xwarinê komî çêdikin. Xwarina tê amadekirin li welatiyên ku di malên wan de xwarin nemane jî tên belavkirin.

Nûçegihana me Zehra Dogan ji Cizrê peyam şand û wiha got: "Di qata 3'emin a bînayek li kolana Ersin a Taxa Nûr ji ber bombabarana wesayîtên zirxî agir derket. Ji ber agirê bi malê ket zarokên 5-6 salî jehrî bûn. Dayîkên wan mast didin wan zarokan û bi wî awayî mudaxeleya zarokan dikin. Niha rewşa zarokan başe. Divê demek ji ya dinê zutir ev çember bê rakirin. Her kêlî dibe ku qirkirina sivîsan bikin. Netenê derketina kolanan, her kesên ku serê xwe ji malê derdixin ser wan gulebaran dikin. Li vêderê amadekariyê qirkirinek mezin dikin. Li derdora Nexweşxana Botanê ya ser Çariyanê hemû mal û wesayît dişewitin. Divê lezgîn abolans û îtifaye bigihe cihê bûyerê.

(zd-ma/zt)