DİHA ber bi rekorê ve dibeze!

14:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - TÎB'ê ku serokatiya wê Ahmet Cemalettîn Çelîk a ji MÎT'ê hatiye dike, ji 24'ê Tîrmehê heya niha ajansa me DÎHA 12 caran qedexe kir.

Sansur û qedexeya Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) a li ser Ajansa Nûçeyan a Dîcel (DÎHA) yê berdewam dike. TÎB, her çiqas wek saziyek ragihandinê xuya bike jî di rastiya xwe de saziyek girêdayî pergala ewlehiyê ya Tirkeyeyê ye. TÎB'ê ku heya niha 11 navnîşanên ajansa me qedexe kiribû herî dawî navnîşana me ya www.diclenewsagency.info qedexe kir. Li gorî daxuyaniya ajansê li hember hemû cure êrîşan dê bi silogana "Ji rastiyan tu carê tawîz nayê dayîn" xebata xwe berdewam bikin.

(zt)