Hevserokê Meclisa Gela Cizîrê: Dibe ku li vêderê bi sedan kesî qetilbikin
15:40
JINHA
ŞIRNEX - 4 kolanên Taxa Nura Cizîrê dibin êrîşan denin. Hevserokê Meclisa Gela Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku li başarê av jê qutkirine dibe ku bi sedan welatiyan qetilbikin û got: "Divê raya giştî têkeve nava tevgerê dibe ku îro li Cizîrê bi sedan mirov bên qetilkirin. Ji bo ku li hember vê qirkirinê bêdeng nemînin em banga ketina nava tevgerê li her kesê dikin."
Li Cizîra dibin dorpêçê de şer berdewame. Bi tayîbetî jî li 4 kolanên Taxa Nur leşker û polîs çî tiştên zindî dibînin gulebaran dikin. Sekvanan îtifayeya ku ji bo agir ji mal û wesayîtên li Kolana Ersin dişewtin bitemirîne hatin cihê bûyerê gulebaran kirin. Di êrîşê de Lokman Sorgunê îtfayecî birîndarbû. Îtifayeciyê birîndar ji aliyê hevalê xwe ve hat rakirina Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê. Hat zanîn ku di mala dişewiti de cenazê kalek û ciwanekê hat dîtin.
Abolansa ji bo girtina Zeynep Kaçar a 55-60 salî ku felc derbaskirî hatî bigihîne nexweşxanê ji serê sibê de li Çariyanê tê sekinandin. Li gorî agahiyên hatin girtin li avahiyek a Taxa Nur jina bi navê Hayriye Kalkan di dema welidandinê de gelek xwîn windakir û lezgîn pêdiviya abolansê heye.
Dema ku Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz hewilda jina nexweş bigihîne nexweşxanê panzerên polîsan ew gulebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê hatî girtin di nava bajar de av nemaye û mirov bê av dijîn. Mehmet Tunç bilêv kir ku ger îro çembera bajêr neyê vekirin dibe ku bi sedan mirovan qetilbikin û wiha domand: "Li bajêr av nemaye, zexîre nemaye. Em nikarin nexweşan bibin nexweşxanê. Her tiştên ku polîs li kolanan zindî dibînin gulebaran dikin. Her dem bajar tê gulebaran kirin. Bi tayîbetî jî 4 kolanên Taxa Nur tên gulebarankirin. Agir bi gelek malan ketiye. Kes nikarin mudaxeleyî şewatê bikin. Niha di Taxa Cudî de jî şer berdewam dike. Divê rayagiştî têkeve nava tevgerê dibe ku îşev li Cizîrê bi sedan mirov bên qetilkirin. Ji bo kes li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemînin em bang li her kesê dikin ku têkevin nava tevgerê."
Ji welatiyên Taxa Nur Elif Yildiz diyar kir ku ew dibin êrîşan de bê av dijîn, zarokên wan di rewşek gelek xirabdenin û wiha dom kir: "Ji duh êvarî heya niha ser serê me bombabaran berdewame. Ji serê dibê de anonsên 'têkevin hindirê malên xwe yan emê we gulebaran bikin' dikin. Em ji bo zaroka zoriya avê dikêşin. Av û zexîreyên di hindirê malan de nemane. Ji bo zaroka pêdiviya me bi zexîre û bez heye. Em nikarin têkevin hindirê mala xwe. Malên me hatine valakirin, niha mala me dişewite. Em di nava kolanên asê de dimînin. Em welatiyên Taxa Nur hemû di nava kolanan denin, malên me dişewitin."
(zd-ma/zt)