Li Tirê polîsekê hevjîna xwe qetil kir

17:01

JINHA

İZMİR - Li navçeya Tîreya Îzmîrê polîsê bi navê Yuksel Erin ku demekê kinda dev ji hevjîna xwe berdabu bi çekê hevjîna xweya berê Gulden Çobanoglu qetilkir.

Li navçeya Tîreya Îzmîrê polîsê bi navê Yuksel Erin ku demekî kinda dev ji hevjîna xwe berdabu bi çekê hevjîna xwe ya berê Gulden Çobanoglu qetil kir. Serê sibe saeta Gulden Çobanoglu diçe karê xwe polîsê li ber cîyê kar bendawêye li ber çavê G.E' yê 7 salî gule baran dike. Gulden Çobanoglu ji ber derbê guleyan birîndarbu jiyana xwe ji dest da, qatîl bi motorsiklata xwe reviya.

Xizmên jina hatiye qetilkirin gotin ku Gulden ji alîyê hevjînê qetiyabû her tim tehdîda mirinê dikir, hevjînê Guldenê yê berê gelekî bi pirsgirekbu.

Cenazê Gulden ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edliya Îzmîrê.

(ba/zt)