Li Cizrê welatiyên ji malên tên bombabarankirin direvin tên gulebaran kirin
17:44
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizrê mal tên bombebaran kirin. Welatiyên ji malên dişewitin xwe di avêjin derê tên gulebaran kirin. Li gorî agahiyan gelek birîndar hene.
5 rojin li Cizîra dibin dorpêça polîs û leşkeran de şer berdewam dike. Li ser Cadeya Hezexê ya Taxa Nur mal tên bombabarankirin. Welatiyên ku xwe ji malên tên bombabarankirin di avêjin derve tên gulebaran kirin. Ji ber bombabaranê gelek welatî birîndarbûne. Bi hezaran welatiyên ku di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî dema ku ji Taxa Cudî ber bi Taxa Nur ve diherikîn li çariyanê rastî êrîşa polîsan a bi wesayîtên zirxî hatin.
Li aliyê dinê polîs parlementerên HDP'ê bi gotinên wekek "Mereq nekin heya 2 saetan xwe li benda kirinên me bigirin. Emê di 2 saetan de karê xwe biqedînin" tehdîd dikin. Dema ku li Taxa Şah ji ber pêdiviyan welatî çun marketek vekirin, wesayîta zirxî çun welatî ji marketê avêtin derê û xwediyê marketê tehdîd kir ku marketê veneke.
Parlementerên HDP'ê Sibel Yigitalp, Leyla Birlik û Mahmut Togrul dema ku bûyera li ber marketê dîtin çun li wê rastî mexduriyeta polîsan hatin. Dema ku parlementer dîtin gotin "wekîlên partiya tê zanîn li vêderêne" û ji parlemeteran re gotin; "Hinekdin bisekinin mereqekin. Heya gavekdin hunê bibînin emê çî bikin." Piştî ku di navbera parlementer û polîsan de demdirêş nîqaş derket paşê polîs neçarman ji marketê durkevin.
(zd-ma/zt)