Li Cizîrê mirina 9'emîn polîsan dayîka 7 zarokan Meryem Sume qetilkir
08:01
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya ku bi rojane qedexeya derketina kolanan berdewam dike hêzên dewletê komkujiyên xwe didomîne. Polîsan jina bi navê Meryem Sume (53) a ku dayîka 7 zaroka qetil kir. Li Cizîrê bi qetilkirina Meryem re hejmara kesên li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin derketin 9 kesan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên polîs, tîmên taybet û leşkeran berdewam dikin. Polîsên bi wesayîtên zirxî taxa Yafes dorpêçkirin bê navber tax gulebaran kirin. Wesatiyên zirxî yên li ser riya derdorê hatin bicihkirin tax gulebaran kirin û jina bi navê Meryem Sume (53) a ku dayîka 7 zarokan bi giranî birîndar kirin. Ji ber polîsan destûr neda ambulanse bikeve taxa Meryem bi seatan li erdê ma û di encama xwînê ket hundirê wê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Meryem li baxçeyê malê tê sekinandin.
Bi qetilkirina Meryem ji 4'ê îlonê heya niha hejmara kesên polîsan li Cizîrê qetil kirin derketin 9 kesan.
(zt)