Ji bo piştgiriya Bakur li Silêmanyê meşa girseyî
08:13
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajêrê Silêmanyê ji bo piştgiriya gelê Bakur meşek hat lidarxistin.
Li bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê ji bo piştgiriya îlana rêveberiya cewheriya li Bakurê Kurdistanê hatî îlankirin, berxwedana gel û şermezarkirina êrîşên leşker û polîsan meşerk girseyî hat lidarxistin. Meşê ji kolana Salim despêkir li Parka Nali li wê daxuyanî hatin dayîn. Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê û li ser navê PYD'ê axaftin hatin kirin.
Di daxuaniyan de piştgiriya bi rêveberiya cewheriya li Bakurê Kurdistanê hatî îlankirin re hatin dayîn. Herwiha terora dewleta tirk û hikumeta AKP'ê ya li ser gel hate şermezar kirin. Çalakvanan berxwedana gelê kurd silav kirin û bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
(db/zt)