Jinên Rojava: Çiqas zilmê bike dê dawiyê winda bike

10:20

Zerin Kurtay-Rosida Ranya/JINHA

QAMÎŞLO - Konsepta şer a AKP'ê ji her derî Kurdistanê ve rastî bertekên dijwar tê. Li Rojavayê Kurdistanê Rêxistina Yekîtiya Star û Desteya Jinê êrîşên hikûmeta AKP'ê a li dijî gelê Kurd şermezar kir.

Konsepta şer a AKP'ê piştî têkoçûna xwe di hilbijartinê de xistiye meriyetê, bêy ku bêje zarok, jin û ciwan êrîş dibe ser gelê sivîl û qetilamê pêk tîne. Li dijî qetilama ku dewleta Tirk pêk tîne ji her çar aliyê Kurdistanê bertek tên. Rêxistina Yekîtiya Star û Desteya Jin a Rojava Kurdistanê êrîşên hikûmeta AKP'ê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirkiyê îlankirina Xweseriya Demokratîka gelan nepjrandiye û ji ber vê yekê bi çav kûrî êrîş dibe ser gelê Kurd ê sivîl. Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Welîde Botî behsa girîngiya xweseriya demokratîk kir û wiha got: " Xweseriya demokratîk jiyanek nû avadike."

'Yekîtiya gelan tê wateya hilweşandina pergala dewletê'

Welîde Botî diyar kir ku pergala xweseriya demokratîk ji bo rizgariya gelê bindest modela jiyanek nûye û wiha domkir: "Gel dikare xwe di nava pergala xweseriya demokratîk de bi vîna xwe tevbigere û di her beşê jiyanê de bibe xwedî rolek aktîf. Dewlet pergala rêveberiya xweser a demokratîk weke tehlûkeyek li hember xwe dibîne û ji ber vê yekê bi hemû hêzê xwe êrîş dibe ser gel. Yekîtiya gel tê wateyê hilweşandina pergala dewletê ye."

'Hêzên desthilatdar her dem vîna gelan daye aliyek'

Welîde Botî da zanîn ku dewlata Tirkiyê bi çavê berê li Kurdan dinêre û wiha pêde çû: "Êdî gelê Kurd li berxwedide û vê zilma heyî napejrîne. Êdî gel xweseriya xwe li hember dewletê îlan dike û dixwaze xwe bi xwe rêvebibe û ev wek mafek xwezayî a civakê ye. Hêzên desthilatdar her dem vîna gelan daye aliyek û otorîteya xwe bi şîdet û kuştinê li ser gel daye rûnişkandin. Li hember desthilatdarî û otorîteya dewletê êdî gel serî hildaye û li berxwedide."

'Hemû pêkhatî xweseriya demokratîk dipejrînin'

Welîde got: "Dewlata Tirk ji bo berjiwendiyê desthilatdariyê xwe jin, zarok û ciwan kiriye hedefê xwe. Ji dîrokê heya niha ev komkûjî li hember gelê Kurd tê pêk anîn. Lê Kurd êdî dixwazin di nava aştiyê de bi tevahiya gel re bijî. Hemû pêkhatî xweseriya demokratîk dipejrînin. Ji ber bi vîna xwe yê azad xwe îfade dikin û tevlîdibin. Ji ber ji her ziman, ol, bewarî û netewan re rêz tê nîşandan."

'Dewleta Tirk xwe li Rojava de jî ceriband'

Welîde anî ziman ku hikûmeta AKP'ê serkeftina şoreşa Rojava tu caran ne pejrandiye û ji ber vê yekê piştgirî da çeteyên DAIŞ'ê û şandin Rojava û wiha domkir: "Hikûmeta AKP'ê rêveberiya xweser a demokratîk ya li Rojava nepejrand, ji ber vê bi her aweyî êrîş anî ser Rojava. Dewleta Tirk xwe li Rojava jî ceriband lê bi sernaket û têkçû, her wiha li hember berxwedana gelê bakûrê Kurdistanê jî têk biçe. Em wek Rêxistina Yekîtiya Star heya dawî piştgirya gelê xwe ê bakûrê Kurdistanê bikin. Em bejna xwe li hember şehîdên bakûrê kurdistnê ditewînin û ji malbatan re sersaxî dixwazin."

'Têkiliya dewletê bi demokrasiyê re tune ye'

Rêveberiya Desteya Jin Emîne Omer derbarê êrîşên ku li hember gelê sivîl pêk tê nirxand kir û wiha got: "Piştî serkeftina HDP'ê ya di hilbijartinê de hikûmeta AKP'ê bi hemû hêzê xwe êrîş dibe ser gel û hewldide gelek herêmên Kurdistanê ji gel valabike û veguherîna qada şer. Dewlet li hember serkeftina vîna gelan di kemînê de ye. Li kur firsetê dibîne êrîş dike û vê rewşê rewa dike." Emîne diyar kir ku di êrîşa dewlata Tirk ya li ser gelê sivîl de diyar kir ka çiqas dewletek alîgirê demokrasiyê ye û wiha got: "Têkiliya dewletê bi demokrasiyê re tune ye. Li cihek ku demokrasî hebe êrîş li ser vîna gel pêk nayê. Rêzê nîşanî dexwazê gel dike. Lê dewlet ji bo berjiwendiya desthilatdariyê xwe li ser xwîna gel xwe xwedî dike."

'Dewlet Rojava jî ji bo xwe wek tehlûkeyek dibîne'

Emîne wiha domkir: "Dewlata Tirk ne dixwast li Rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk bikeve jiyanê û ew pergal rûne. Ji ber ku dizanî ku ew ê bandorê li bakûrê Kurdistanê bike. Ji ber vê yekê bi destê çeteyên DAIŞ'ê hewlda hêzê me bişkîne. Lê rastî berxwedanek bê hempa hat û têkçûn. Vê carê dixwazin berxwedanê gelê bakûrê Kurdistanê biçewsînin. Gelek bajarên Kurdistanê veguheriya qada şer. Gelên sivîl, zarok ,jin û ciwan tên qetilkirin. Dixwaze komkujiyê pêk bîne, pergalek bi vî aweyî kîjan civak dipejrîne, bê guman dê ev gel bi berxwedana xwe bi serbikeve û bigêje azadiya xwe."

Emîne destnîşan kir ku hewldana dewleta Tirk ew e ku hersê kantonan ji hev qut bike û wiha pêde çû: "Hemû polîtîkaya hikûmeta AKP'ê têk çû ye, êdî gel wî rastiyê wî baş naskiriye. Gel gihêştiye astê êdî vê jiyanê bi vî aweyî napejrîne û serkeftina xwe dixwaze, êdî zilma dewletê napejrîne. Êdî dem dema berxwedana gelene. Ne hikûmeta AKP'ê ne jî hêzên din dikarin pêşiyê vîna gelan a azadiyê û xweseriya demokratîk bigirin."

'Sedema tecrîda li ser Rêbertî gel û Rêbertî ji hev qut kirine'

Emîne qala tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Bi vê tecrîda girankirî hewldidin Rêbertî ji gel qut bikin. Lê ew xwe dixapînin, Rêbertî di warê fîzîkî de ji gel dûre lê di warê fikrîde her dem nêzî gelê xwe ye. Wek Desteya Jin û gelê Rojava em tecrîda li dijî Rêber Apo û êrîşên li ser gelê Bakûrê Kurdistanê şermezar dikin û berxwedana wan silav dikin. Bi salane hêzên desthilatdar êrîş dibin ser gel lê di encamê de vîna gelê azad bi serdikeve."

(rc)