'Jinên Cizîrê ji bo hemû gelan li ber xwe didin'

10:22

JINHA

MÊRDÎN - Jinên Qoserê diyarkirin ku li hember qirkirina li Cizîrê tê kirin jin bedena xwe li hember guleya dikin siper ev helwestek biromete û gotin: "Jinên Cizîrê ne tenê ji bo gelê Cizîrê ji bo hemû gelan bedenên xwe dikin siper."

Di çarçova konsepta şerê hikumeta AKP'ê de her diçe bilançoya wê giran dibe. Her diçe şerê qirêj li Cizîrê giran dibe ji êvarî heya serê sibê jinên Cizîrê li hmber guleyan bendenên xwe dikin siper û carekdinê jî berxwedana jinên kurd a biromet nîşanî hemû cîhanê didin. Jinên Qoserê dan zanîn ku dê di rêya vê berxwedanê de biçin û gotin: "Berxwedana jinên Cizîrê ji bo jinên tirk ên bêdeng dimînin dersek mezine."

'Emê îsrara xwe ya di şatiyê de berdewam bikin'

Emine Bilge destnîşan kir ku li Cizîrê qirkirinek mezin heye, li hember qirkirinên ser gelê kurd cîhan bêdeng dimîne û wiha domand: "Dema ku ev qirkirin li cihê kurdan ser tirkan hatibana kirin dê ewqas cîhan bêdeng mabana gelo?" Emine balkişand ser berxwedana jinan a li hember qirkirina Cizîrê û wiha berdewm kir: "Li gel em aştiyê dixwazin, lê ser me şer fezdikin, emê li hember wan di aştiyê de îsrar bikin."

'Ti sal bi qasî îsal biêş nebûye'

Hebun Atay jî anî ziman ku piştî qirkirina Pirsusê polîtîkayên dewletê yên qirêj derketin holê û got: "Zarokên 11, 12, 13 û 14 salî jin û ciwanan qetildikin. Ev hemû ji bo kurdin qetildikin. Li ber çavê me mirov dimirin. Agir bi malan dixin, mirov nikarin derkevin wan gulebaran dikin ji bo wê di hindirê malan nava agir de dişewitin, li hemberî van hemûyan cîhan bêdenge. Her kesên li hember van qirkirinan bêdeng dimînin hevkarê wan mêtînger, şerxwaz û deshilatanin. Divê her kes li hember şer alîgirê aştiyê bin. Ji ber şer ji derveyî êş û kederan tiştekê nade mirovan. Em li gel jinên ku ji bo ku li Cizîrê zarok nemirin heya serê sibê li kolanan bedenên xwe dikin siperin. Jina berxwedêr her demê qazanc kiriye. Bi saya jinên Cizîrê dê Cizîr jî bi serkeve û emê jî bi serkevin."

'Êdî tehmula me nemaye'

Ronahi Avci jî bilêv kir ku êdî tehmula wan a bihîstina agahiyên mirinê nemaye, ew li hember ên van mirinan ferzdikin bihêrsin. Ronahi derbirî ku bi salanen li hember gelê kurd bi salane heman polîtîkayê dimeşînin û wiha pêde çu: "Ev polîtîkayên qirêjên li hember gelê kurd didin meşandin ticarî biserneketine. Ji ber ku gelê kurd zarokên Kurdistanê ne teroristin û ne jî ji ti deran ve hatine. Ew zarokên vî geli yên ku ser vê erdîgariyê mezinbûne. Zarok û jinên bêguneh qetildikin û weke terorist didin. Emê çawan tehmula vê hovîtiyê bikin?"

(zt)