Hatice Can: Di cihê xwe de xwestina rêveberiyê mafek rewaye
10:22
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Cîgira Seroka Giştiya ÎHD'ê Hatice Can diyar kir ku girtin û cezayê muebetê dayîna hevşaredarên DBP'ê yên ku li nik gelê xweseriya xwe ya cewherî îlankirî cîh girtine ne di hiquqa hindir û ne jî di hiquqa navnetewî de tê pejirandin.
Li gel deverên xweseriya xwe ya cewherî îlan kirine operasonên qirkirina siyasî hatin kirin. Di çarçova operasonan de di rojên derbasbûyî de hevşaredarên DBP'ê hatin girtin. Hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyid Narin, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevserokê navçeya DBP'a Surê Ali Riza Çiçekli, Xebatkara Akademiya Jinan Guneş Olmez û hevşaredarên Colemêrgê Dilek Hatipoglu û Nurullah Çiftçi, Hevşaredara Ertemêtan, Sevil Rojbin Çetin, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ji ber ku alîkarî dane rêveberiya cewheriya gel hatine girtin. Niha girtina hevşaredaran ji aliyê hiquqvanan ve weke sikandala hiquqê tê nirxandin.
'Rêveberiya cewherî mafe'
Di derbarê hevşaredaran de li gorî madeya 302'emîn a TCK yê "muebeta girankirî" tê xwestin. Cîgira Seroka Giştiya ÎHD'ê Hatice Can da zanîn ku tu sedemên girtina hevşaredaran nîne, gel dixwaze êdî xwe bi xwe rêvebibin. Hatice destnîşan kir ku rêveberiya cewherî weke mafek xwezayiye û wiha domand: "Ev ne rêvebirinek girêdayî rêveberiyên herêmiye, ev daxwaza gel a xwe rêveberinêye. Gelek hevpeyîmanên di Tirkiyê de hatîn îmzakirin hene, lê neketine meriyetê. Bila êdî astengiyên li pêşiya rêveberiya gel bê vekirin."
'Sedemê vî cezayî nîne'
Hatice wiha berdewam kir: "Ji dema avabûna Tirkiyê heya niha hiquqê weke amêrek tindiyê dixebitînin. Em niha jî heman tiştan dijîn. Zagonên me yên ceza ticarî demokratîk nebûne. Weke dixwazin dixebitînin. Niha jî mixabin ser darazê tindî heye. Piştî guherîna makezagonê mudaxeleyên HSYK yê gelek bûn. Mixabin ser darazê tindî heye. Ez difikirim ku em madeya 302'emîn ne nirxînin. Ew xebitandina mafek demokratîke. Ev êrîşek ser wî mafiye. Ev êrîşek ser darazê ye."
'Skandal'
Hatice bilêv kir ku cezayê ji bo hevşaredaran hatî xwestin di hiquqa hindirîn û navnetewî de skandaleke û wiha dom kir: "Hevşaredarên ji aliyê gel ve hatîn hilbijartin ji ber guh dane daxwazên gel cezayê muebetê girtine, ev tenê dikare bibe komêdiya Tirkiyê. Li vî welatî hiquq bûye lîstokên îktidarê. Ev êrîşên ser mafê rewayê gel nayê pejirandin."
(zt)