Li Cizîrê ciwanekdin jî qetilkirin

10:23

JINHA

ŞIRNEX - Tîmên Tevgera Taybet li taxa Yafesê ya Cizîrê ciwanê 20 salî Ozgur Taşkin qetil kirin. Hat zanîn ku ji ber polîsan destûr nedan ambulans biçe, Ozgur jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs û tîmên taybet di nava rojekê de 2 welatî qetil kirin. Tîmên Tevgera Taybet li taxa Yafesê ya Cizîrê ciwanê 20 salî Ozgur Taşkin qetil kirin. Polîs ji şevê din de li ser taxa Yafesê bi çekên giran guleyan dibarînin û îro 2 welatî qetil kirin. Polîsan serê sibê saet di 05.00'an de gule avêtin malbata Taşkin û di êrîşa polîsan de ciwanê 20 salî Ozgur Taşkin qetil kirin. Li gel wekîlên HDP'ê bang li ambulansê kirin jî ambulans neçû Ozgur ê birîndar ranekirin nexweşxaneyê. Ozgur ku bi giranî birîndar bû, saet di 8.30'an de jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku di êrîşa polîsan de 2 ciwanên din jî birîndar bûne. Di nava 5 rojan de li Cizîrê hêjmara welatiyên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin derket 10'an.

(zd-ma/zt)