Ev şer ne êmeye, bila dayîk dakevin kolana
11:48
JINHA
STENBOL - Dayîkê Aştiyê anîn ziman ku komkujiyê li Kurdistanê tên kirin gel dengê xwe bilind bike, dayîkê " Tirk û Kûrd " dakevin kolana xwedî li zarokên xwe derkevin, ev şerê rantê, qesrê û şerê Recep Tayîp Erdoxan e. Ji bo saltanata xwe gela û netewan berî hev dide.
Dayîkê Aştiyê anîn ziman ku komkujiya li Kurdistanê tên kirin gel dengê xwe bilind bike. Ji Meclîsa Dayîkên Aştiyê bang li hemû gel û jinan kir. Dayîka Aştiyê Emîne Ertek got: "Divê mirov çavê xwe veke û vê rastiyê bibîne. Devlet me dikûje em wekî Dayîkê Aştiyê tekoşînê Aşîtiyê dixwazin. Bila dayîkê gerîla, leşker û polîsan werin cem hev û Aşîtiyê qîr bikin. 'Gunehê Tayyip Erdogan bi tu kesî nayê.' Leşker dimrin, dayîkê wan jî hene. Em êşa wan jî zanin û parve dikin. Bila zarokên me nemrin. Me pir êş kişand bila tukes êdî nekşîne. Bila malbatê leşkeran jî werin ji îro pevê bila Aşitî bixwazin. Heger Aşitî nebe ve miriveme dîsa bimrin ji ber ve yekê heya Aşitî were emê mucadela xwe berdewambikin."
Emîne bang li Serokomar Tayyip Erdogan û Emîne Erdogan kir got; "Êdî bese bixweva werin her roj cenazê gerîlla, leşker û polîsan tê. Êdî bese Erdogan êdî dayîk bila rondikan nebarînin, zarokên me li Kurdistanê ji ber êrîşan û windakirina xweynê dimrin, ma heya niha kê feyde girtîye ji mirinê, agir li ku bikeve wirê dişewite bila êdî me neşewtînin."
Ji Dayîka Aşitiyê Bedîa Gokyuz jî got "Bila dayîk li pişt zarokên xwe biseknin dixwazin wana bihelîne." Bedîa destnîşan kir ku ji ber vê wan sûrgunî gîrtîgehên din dikin, bila gel dakevin kolanan yan jî wê girtî jiyana xwe ji dest bidin. Bedîa balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got; "Ew Serokê gelê Kurde ji vê kelîyê pêve şert û mercên ji bo Azadiya Rêberê me bênbaşkirin." Bedîa li hember qirkirinên ji aliyê AKP'ê ve li Kurdistanê hatine destpêkirin li hemberî vê bangî hemû gel kir û got; "Li hemberî vê katlîema qîr bikin." Bedîa bilêv kir ku şerekî xedar heye, wext wexta qîrkirinêye wext ne wextê tirsêye ewê li hemberî mirina bisekinin.
Bedîa bangî Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir bila şer bisekne û bila dev ji xwesteka xweya şer berde û wiha pêde çu: "Cenazê leşkeran tê û ew hêjî dibêje 'we 400 parlementerî neda.' Tu wan miriyan qurbanî şerê xwe dikê, bila dayîkên Tirk û Kurda dakevin kolanan xwedî li zarokên xwe derkevin. Êdi girtigehe dane ji xwe pişt çar dîwaradane hin jiwan çi dixwazin? Bila şer biqede ev şerê ranteyê yê qesrêye ev şer şerê Recep Tayyip Erdogane ji bo saltanata xwe gel berî hev dide."
(ba/zt)